22 Cotmeh 2014 Çarşem

“Barzanî xêra rojavayê Kurdistanê dixwaze“

AVESTAKURD / Hevpeyvînek ligel serokê PYD, Salih Muslim.

15 Tîrmeh 2012 Yekşem 14:32
“Barzanî xêra rojavayê Kurdistanê dixwaze“
Piştî rûdana bûyerên xeternak li Rojavayê Kurdistanê, heftiya borî serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Salih Muslim Mihemed, ku partiyeke nêzîkî PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê, tevî hevseroka jin ya PYDê û endamên Civata Gel ya Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêkanî. Salih Muslim piştî civînê bo Rûdawê axivî û got ku wê bandora vê civînê li ser yekgirtina mala kurdî li Rojavayê Kurdistan hebe, "eger em ligel hevdu rastgo bin."

'Hemû gelê kurd ji birêz Mesûd Barzanî hez dike’

Rûdaw: Civîna aliyên Rojavayê Kurdistanê bi bêtiriya pêkhateyên xwe ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê çi bandora xwe hebe li ser mala kurdî di vê beşa Kurdistanê de?

Salih Muslim: Hemû gelê kurd ji birêz Mesûd Barzanî hez dike. Ew cihê hurmeta tev aliyane. Dema me vedixwîne, ew bêguman bo xêr û başiyê me vedixwîne. Em hemû dizanin ku li Rojavayê Kurdistanê hin nakokî hene, me ji ber van nakokiyan serdana cenabê kek Mesûd kir. Ew başî û xêra me dixwaze û dixwaze ev nakokî nemînin. Bi baweriya me ev nakokî li cem cenabê serokê Herêma Kurdistanê gellekî hatine mezinkirin. Me ev hevdîtin weke  derfet dît, daku cenabê serok rastiyan nasbike. Derfetek bû, daku me nasbike. Bêgûman encamên vê civînê hebûn.

Encam çi bûn?

Pêwîst nake em behsa hûrkariyan bikin. Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Rojava de pirsyar ji me kir û bi giştî pirsyar û bersiv erênî bûn.

Ti projeyeke serokatiya Herêma Kurdistanê hebû bo yekgirtina mala kurdî li Rojavayê Kurdistanê?

Nexêr, ti projeyeke serokatiya Herêma Kurdistanê nebû. Tenê ji me dixwaze em bi hevre bixebitin, dixwaze hemû Kurd yek bin.

Hûn bawer dikin ku piştî vê civînê wê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bibin?

Bi baweriya min wê bandora vê civînê hebe. Eger em hemû rastgo bin, ti astengî tine bo jihevnêzîkbûna me.

‘PKKê got hûn ji Rojava berpirs in û tiştê hûn baş dibînin pêkbînin’

Hûn weke PYD xwe beşeke ji tevgera Apoçî dizanin. Dema hûn hatin hevdîtina serokê Herêma Kurdistanê, we pirsa PKKê kir?

Me gote wan emê biçin hevdîtina serokatiya Herêma Kurdistanê, gotin ev girêdayî biryara we ye. Ji ber ku em navenda biryarê ne li Rojavayê Kurdistanê. PKKê got hûn ji Rojava berpirs in û tiştê hûn baş dibînin pêkbînin.

'Ne tenê li navçeyê Efrînê, lê li Koban, Cizîre, Dêrik û Qamişlo û li hemû Rojavayê Kurdistanê xalên me yên kontrolê hene’

Behsa vê yekê tê kirin ku PYDê xalên kontrolê li navçeya Efrînê danîne. Gelo ev li ber yekîtiya Kurdan nabe astengî?

Nexêr, çima tiştê ku Kurdan biparêze wê bibe astengî? Ne tenê li navçeyê Efrînê, lê li Koban, Cizîre, Dêrik û Qamişlo û li hemû Rojavayê Kurdistanê xalên me yên kontrolê hene. Ereban jî li navçeyên xwe xalên kontrolê ava kirine, ew bi vê yekê rê, gund û cihên xwe diparêzin. Dema tu bi xweşî li mala xwe razayî bî û yek parastina te bike, divê tu sipasiya vî kesî bikî.

Lê berê di navbera Civata Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Civata Gelê Rojava ya girêdayî we lihevhatinek hat îmzekirin ku nabe diyardeya çekdarî li Rojavayê Kurdistanê bimîne. Ev ne dijberî vê ye?

Ev lihevhatin ne tenê ji vê bendê pêkdihat, lê çendîn bendên din jî li xwe digirtin ku yekîtiya siyasî benda sereke bû. Lê ti ji van bendan nehatin cihbicih kirin.

'Ji ber li Rojavayê Kurdistanê dewlet tine, ti saziyeke ewlehiyê bi praktîk tine’

Wate hûn nehiştina xalên kontrolê bi cihbicihkirina bendên din girê didin?

Nexêr, mesele ne ev e. Bi baweriya min xalên kontrolê pêwîst in, ji ber ku dizî heye, kuştin heye û ev xalên kontrolê parastina gel digirin ser xwe. Gelo parastina gel ne pêwîst e? Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê dewlet tine, ti saziyeke ewlehiyê bi praktîk tine. Loma hebûna van xalên kontrolê pêwîst e. Weke prensîp hemû hêzên kurdî baş dibînin ku ev xal hebin, lê hênceta wan ev e ku dibêjin çima em têde beşdar nabin. Me jî rê li ti kesî negirtiye û deriyê me vekiriye. Yê bêje ev xalên kontrolê ne pêwîst in, xwe dixapîne. Eger ev xalên kontrolê nebûna, ji mêj de bû Ereban wê Kurd xwaribûna.

Li navçeya Efrînê berî çend rojan kadroyekî PYDê hat kuştin, lê we jî gellekî bi tundî heyfa wî hiland, çima?

Serê vî kadroyê me hatibû jêkirin, serjêkirin di kultura kurdî de tine, em naxwazin ji bêvila mirovekî kurd xwîn jê bê. Mirov pîroz e, lê dema li ber çavê te serê hevalekî te jê dikin, tu nikarî xwe kontrol bikî. Bêguman em van kiryaran protesto dikin û pêwîst bû ev pêknebihata. Bo dûvçûna vê meseleyê komîteyeke pênc kesî ji Civata Nîştîmanî û Civata Gel û kesekî serbixwe jî hatiye avakirin û rapora xwe bo raya giştî amade dikin.

Encama rapora vê komîteyê çi be hûnê qebûl bikin?

Bêguman em û hemû kes encamên rapora komîteya dûvçûnê dipejirînin.

'Em naxwazin Artêşa Sûriya Azad were gundekê Kurdan û piştre leşkerê Sûriyê bê û vî gundî li ser rûyê erdê rake’

Peyivdarê Artêşa Sûriya Azad, Riyaz Esad, di daxuyaniyekê de bo Rûdawê gotibû hêzên wan dixwazin biçine navçeya Efrînê, lê çekdarên PKKê asteng in. Hûnê heta kengî rêya wan bigirin?

Yê ku nahêle Artêşa Sûriya Azad, yan her aliyekî din, biçe van navçeyan, ne PKK û PYD ne, gel bi xwe navçeyên xwe diparêze. Em naxwazin Artêşa Sûriya Azad were yek gundê Kurdan û piştre leşkerê Sûriyê bê û vî gundî li ser rûyê erdê rake. Parastina navçeyan erkê ser milê me ye. Artêşa Sûriya Azad ne bi vê şêweyê ye ku jê tê fêm kirin, mimkine 100 grûpên vî artêşê hebin. Lê her yekek ji wan jî serbixwe ye û guhdariya kesî nake. Riyaz Esad diaxive, lê yek guhdariya Riyaz Esad nake. Yê ku xwestiye bê Efrînê, Malik El-Kurdî ye, ti têkiliya vî kesî ligel Riyaz Esad tine. Yê çek hilgirt dibêje ez girêdayî Artêşa Sûriya Azad im, didê ser rê, xelkê talan dike û dibêje ez Artêşa Azad im. Xelkê weke rehîne digirin û paşî bi pere wan azad dikin û dibêje ez Artêşa Azad im. Di hundirê vê artêşê de tu nizanî destê kê di bêrîka kê de ye.

Hûn pêşbînî dikin ku rejêma Esed birûxe?

Bi baweriya min heta Esed hemû Sûriyê nekuje, ew naçe. Gengaz e dema ku hemû Sûriyê hildiweşîne, tiştekî ser tiştekî nehêle, êdî biçe. Rejêma Sûriyê gellekî hovane ye, xwînmij e, pêwîst e em hemû hewldanan bikin ku li navçeyên kurdî xwîn neyê rijandin. Mimkin e niha rejîm amadekariyan bike bo damezrandina dewleteke elewî. (Hêmin Xoşnaw, Rûdaw)

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV