20 Şibat 2017 Duşem

Di otobusê de 7 mêran tecawiza jinekê kirin

AvestaKurd - Bûyerên tecawizê yên li Hîndistanê her diçin zêde dibin. Li ser tecawiza komî a mehekê berê ku li cîhanê deng dabû, niha jî 7 zilama di otobusekê de tecawiza jinekê kirine.

22 Çile 2013 Sêşem 12:57
Di otobusê de 7 mêran tecawiza jinekê kirin
Li Hîndistanê 7 zilama di otobusekê de tecawiza jineke 29 salî kirine. Li gorî agahiyên ku şefê polîsan Raj Jeet Singh dane, bûyera tecawuzê roja înê qewimiye. Jineke 29 salî, li bakurê bajarê Pencabê li otobusekê siwar bûye ku biçe gundê xwe. Di otobusê de bilî wê jinê ti jin tinebûne. Piştî bîstekê ajovan û muawînê otobusê, wesaît kişandine dereke tenha. Her du kesan, bi 5 hevalên xwe re jin birine avahiyekê û heta sibê tecawiza wê jina reben kirine.
Ew 7 zilamên ku tecawiza jinekê kirine, ji wan 6 kes hatine girtin û yek hîn nehatiye girtin.
Dîsa mehekê berê, di 16ê Berfenbarê de, jineke 23 salî di otobusekê de rasta tecawizeke komî hatibû û ligel tecawizê li jinê xistibûn û ew gran brîndar kiribûn. Jina 23 salî, di demeke kin de jiyana xwe wenda kiribû. Vê bûyerê hemû cîhan rakiribû ser lingan.    

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV