22 Şibat 2017 Çarşem

Elî Ewnî her tiştî eşkere dibêje û tiştekî veşartî nahêle

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî,

10 Mijdar 2016 Pênşem 21:36
Elî Ewnî her tiştî eşkere dibêje û tiştekî veşartî nahêle

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, ji BasNûç re axivî û bal kişand ser rewşa dawî ya şerê DAIŞ’ê, dîplomasiya Hewlêr – Bexdayê, amadekariyên serxwebûnê û rikberiya di navbera Iraq û Tirkiyê. Ewnî, da zanîn ku di Operasyona Mûsilê de Pêşmergeyan serkeftinên mezin tomar kirin û xaka Kurdistanê ya di destê DAIŞ’ê de rizgarkirine. Herwiha sînorên Kurdistanê hatine diyarkirin û Pêşmerge ji herêmên kurdnişîn dernakevin.

Ewnî li ser proseya serxwebûna Kurdistanê jî rawestiya û ragihand ku Hewlêr û Bexda serxwebûnê gotûbêj dikin û di navbera desteyên Hewlêr û Bexdayê de ew gotûbêj berdewam dike. Piştî rizgarbûna Mûsilê ew ê bi awayekî ciddîtir li ser meseleya serxwebûnê rawestin. Herwiha ew dixwazin bi Iraqê re bibin du cîranên baş.

Li gor zanyariyên ku li ber destên me hene; qonaxa yekem a operasyona Mûsilê bi dawî bûye. Encamên vê qonaxa çi bûn?

Belê rast e Pêşmergeyên me destkeftiyên baş bi dest xistin. Gelek gund hatin rizgarkirin. Ez baş nizanim hurgiliyan û hejmara gund û bajarokên hatine rizgarkirin çend in. Li gor pêzanînên min ji bilî başûrê Şengalê hemû xaka Kurdistanê hatiye rizgarkirin. Pêşmergeyên me bi qehramanane şer kirin û serkeftinên mezin bi dest xistin.

Moralê Pêşmerge çawa ye? Çekên di destê Pêşmergeyan de baş in?

Çekên di destê Pêşmergeyan de hene ne weke yê Artêşa Iraqê û welatên dorûber e. Hevsengiyek tuneye. Çekên ku Koalîsyona Navdewletî, hêzên ewropayî ji me re şandine li qada meydanî ya şer hevsengiya şer guhertin. Pêşmerge ji bo namûs û şerefê şer dike. Pêşmerge bi moral şer dike, tiştê ku qewetê dide Pêşmerge moralê wî ye, bi çek e. Me di van şeran de dît ku Pêşmerge weke diçe dîlanê diçe şer. Mixabin şehîdên me jî çêbûn birîndarên me jî çêbûn. Însanên me yên mezin jî şehîd bûn. Weke Dr. Silêman û însanên wisa şehîd bûn. Lê digel hindê jî moralê Pêşmerge danakeve û pêşve diçe. DAIŞ di paşdeçûnê de ye û li hemberî Pêşmerge şikestiye.

Hêza Artêşa Iraqê çawa ye? Ew di şerê li dijî DAIŞ’ê de çawa pêşve diçin?

Di aliyê çepê yê Mûsilê de pêşve diçin. Lê DAIŞ’ê hemû hêza xwe hemû bergiriyên xwe li aliyê sînorê Kurdistanê danîbûn. Nikaribûn zêde li ber xwe bidin. Ez wisa bawer dikim ku ew ê şer li aliyê rastê yê Mûsilê pêk were. Piştî rizgarkirina bajar û kolanan şer û pevçûn li kolanan li wan tunelan pêk werin.

Li gor em dibînin, DAIŞ bi wesayîtên întîharî êrîş dike, weke din tu stratejiyeke wê nîne. DAIŞ çawa şer dike, stratejiya wan ya şer heye?

DAIŞ jî şer dike, lê weke ew heviyên me nebûn. Topên wan hene, topbaranê dikin,bi hawên û roketan êrîş dikin, întîxariya dişînin, wesayîtên bombekirî dişînin ser hêza Pêşmerge. Şikestinek mezin xwarine, li Şengalê êrîş kirin. Xwestin barê xwe sivik bikin û hevsengiya şer biguherînin. Li Kerkûkê êrîş kirin. Lê ew hêza wan nîne balansê biguherînin.

Li gor zanyariyên me Pêşmerge di encama teqîna mayînan de cangorî dibin, weke mînaka Dr. Silêman. Amûrên rakirina mayînan herwiha çekên giran ji Pêşmerge re ne lazim in?

Pêwîstiya me bi amûrên rakirin û pûçkirina bombe û mayinan heye. Hem zanista wê, hem amûrên rakirina wan di destê Pêşmerge de nînin. Piştî DAIŞ’ê em hizir dikin ew ê şer û metirsiyên dijwartir li hember kurdan bin ku ji DAIŞ’ê xirabtir bin bi navê dewletên dewrûberê dagirker pêk werin. Em hemû dizanin DAIŞ lîstikeke navdewletî ye, ew bi serê xwe nîne. Destê gelek welatan din nava wan de heye. Em wisa bawer dikin ew ê komên ji DAIŞ’ê xirabtir bişînîn ser me. Çawa ji El Qaîdê xirabtir DAIŞ çêbû wê bi hêzên ji DAIŞ’ê xirabtir jî şerê me bikin. Lewma em bawer dikin û eşkere dikin ku pêwistiya Pêşmerge bi çekên baştir heye. Ji bo parastina herêmeke aram, parastina çanda toleransê mafê pêkhateyan û demokrasiyê hewceye hêzên navdewletî alîkariya Pêşmerge bikin.

Li gor derbirinên hin pisporên siyasî metirsiya mezin ji bo Kurdistanê mîlîşeyên Heşdî Şabî ye. Raya we li ser vê yekê çi ye?

Guman tê de nîne dewleta Iraqê, dewleteke bi serê xwe nîne û dewleteke taîfî ye. Hêzên Heşdî Şabî bi ser dewleta Îranê ve ne. Îran bi şêweyekî dîrokî û kronîk her li dijî mafê gelê Kurdistanê ye. Bêguman berê jî ew kar kirine. Hêza Iraqê şandine ser Kerkûkê, ser Zûmarê. Dibe ku vê gavê jî ew komên bi ser Malîkî ve ne bên çekdarkirin û hincetên şer çêkin li van herêman.

Niyeta Îranê ew e ku bi alîkariya PKK’ê xeta şîe bigre, ji Îranê heta Kerkûkê, Telafer û heta Şamê. Armanca wan ew e ku wê riyê li ber me bigrin û Şengalê jî bi dest bixin. Em berevaniyê li xaka xwe û mafê xwe dikin. Di rewşeke wiha de metirsiya şer jî heye.

Beriya bi hefteyekê di raporteke xwe de cenabê te eşkere kiribû ku ew herêmên kurdan ê xala 140’î ew ê di destê Pêşmergeyan de bimînin û vegerin ser Kurdistanê. Li ser vê meseleyê rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye?

Herçar dewletên dagirker baweriya xwe bi wan destûr û yasayên ku çêkirine naynin û amadenebûne wan xalan cih bi cih bikin ku xizmetê ji kurdan re bike. Madde ya 140 xaleke destûra Iraqê ye û divê bi çend qonaxan bihata bi cih anîn. Lêbelê ev 12 – 13 sal e Bexda razînebûye wê xalê bi cih bine. Ew qebûl bikin jî û ew qebûl nekin jî herêmên Madde ya 140 herêmên kurdistanî ne. Eger qebûl dikin bila kerem bikin bên referandûmê. Eger nexwazin jî ew herêm ji xwe yên kurdan e û kurdistanî ne. Eger ew jî dibêjin ew ne herêmên kurdistanî ne bila kerem bikin û bên referandûmê û em wê xala 140 a destûrê cih be cih bikin.

Di serdana Serokê Herema Kurdistanê Barzanî ya Bexdayê de derbarê vê meselê de çi rêkeftin hebû?

Di serdana Serok Barzanî de ji bo Bexdayê û beriya destpêkirina Operasyona Mûsilê, em li gel Bexdayê gihiştine rêkeftinekê. Deverên ku kurd nînin jî hene. Mînak, gundên tirkmenan hene, yan jî cihên mesîhiyan hene. Weke Tilkêf, Betnayê, Qerqoş û Hemdaniyê, cihên tirkmenan jî hene ew jî Telafer e. Pêşmerge diçe wan alîyan rizgar dike. Alîkariya wan dike. Eger xelkê wê nexwezin Pêşmerge li wir bimîne, em ê li wir nemînin. Lê em ê ji herêmên kurdnîşin, ji gundên kurdan dernekevin. Guman li ser vê nîne. Em ê ji sînorê xwe yê piştî operasyona ku 17’ê mehê destpêkiriye venekşîn. Gundên Başîkayê ye û ew deverên dinin. Hikûmeta Iraqê jî ev yek qebûl kiriye. Ew herêmên kurdan e.

Ez dixwazim bêm ser rikberiya Îran û Tirkiyê ya li ser Mûsilê. Hêzên îranî li Iraqê hene. Tirkiye jî gelek leşker û çek li Silopyayê bi cih kirine. Armancên Tirkiyê û Îranê çi ne?

Di vê babetê de tevliheviyek heye. Hikûmeta Iraqê çûye bi destê xwe hikûmeta Îranê, Sipahê Pasdaran û Besîc anîne li Iraqê bi cih kirine. Teqrîben Iraq teslîmî Îranê kirine. Hêzên hevpeyman jî di nava vî şerî de hene û li Iraqê ne. Çawa berjewendiyên Îranê hene li herêmê, berjewendiyên Tirkiyê jî hene.

Li Tirkiyê jî tevliheviyek heye.Niyeta Tirkiyê têkbirin û şikenandina DAIŞ’ê nîne. Em dîbînin Tirkiye xewna dewleta Osmanî desthilata tirkan li ser hemû Rojhilata Navîn dibîne. Tirkan ji mêjve ye bawerî bi wê yekî neanîne ku Mûsil ne axa wan e. Li gor min bihistiye di nava bûdçeya Tirkiyê de ji Mûsilê jî re bûdçe tê terxankirin. Ew hêj hizirdikin ku Mûsil beşeke ji axa wan. Ev xewn rewşê aloztir dikin. Çawa Iraq li dijî hatina Tirkiyê ye divê wisa li dijî hatine Îranê jî be. Ne tenê hebûna tirkan li Iraqê hebûna îraniyan jî tiştekî xirab e.

Barzanî di serdana Bexdayê de ragihandibû ku wan mijara serxwebûnê ligel nûnerên Iraqê gotûbêj kiriye. Beriya bi çend rojan Serokwezîr Neçîrvan Barzanî jî di daxuyaniyekê de eşkere kiribû ku piştî rizgarbûna Mûsilê wê serxwebûnê ligel Bexdayê gotûbêj bikin. Gelo mimkûn e Kurdistan û Iraq di dawiya gotûbêjan de bibin du cîran?

Di van 80 – 90 salên Iraq çêbûye de pişka xelkê kurd her kuştin, jenosîd, asîmilasyon û bêhurmetkirin û diziya serwet û samana Kurdistanê, wêrankirin û bombebarankirina xelkê me bûye. Sirgûn bûye, derbiderî bûye, dagirkirina gundên kurdan bûye. Sîstema otonomiyê hat danîn, otonomiyê têr nekir şikest. Federalî hate çêkirin vaye em netîceya wê dibînin. Me bawerî bi wê sîstemê nîne.

Serok Barzanî jî û SerokwezîrNeçîrvan Barzanî jî di seferên cuda yên Bexdayê de pirsa serxwebûnê ligel rayedarên Iraqê gotûbêj kirine. Meseleya serxwebûnê ligel Haydar Abadî Serokwezîrê Iraqê û siyasetmedarên din ê Iraqê hatiye gotûbêjkirin. Nûnerên Iraqê jî bi germî pêşwazî dikin û dibêjin, ‘em dizanin serxwebûn mafê gelê kurd e. Em wê meseleyê nîqaş bikin’ niha komîteyên taybet hene yên vê meseleyê gotûbêj dikin.

Di esasî de em ji Iraqê cuda nabin, em doza mafê xwe û milletê xwe dikin. Kurdistan ti carî nebûye parçeyekî Iraqê. Kurdistan welatekî cuda ye. Hatiye dagirkirin. Em ê îlana îstîqlala xwe bikin. Em cîranên hev in. Em cîranên farisan e. Em cîranên ereb û tirkan e. Ya baş ew e ku em bibin dû cîranên hev. Çima wê herroj cendirmeyên tirkan bigrin ser gundên me, çima wê Artêşa Iraqê, pasdarên Îranê, li welatê me hebin. Em bibin cîranên hevdû û wisa bibin birayên hevdû. Dewleta me mafê me heqê me bidin me em şerê kesî nakin.

Çavê kurdên herçar parçeyan û yên dîasporayê li serxwebûnê ye. Ew roj nêzîk bûye. Hûnê kengî mizgîniyê bidin gelê kurd?

Danûstendin û diyalogek baş di navbera me û Iraqê de heye. Em hêvî dikin bê şer bê pevçûn bibin dû cîranên hevdû. Eger Bexda razîne bû, em ê herin referandûmê. Ew ê gelê me biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Em ê encama rapirsînê û referandûmê bibin Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê. Ew prose berdewam dike. Piştî şerê Mûsilê em ê vê pirsê ciddîtir bi Iraqê re di nava xwe de nîqaş bikin.

Li aliyê din em dizanin ku ji bo çareserkirina qeyrana navxweyî jî hewldanên cenabê Barzanî hene. Li aliyê din Goran behsa vekeşîna ji Parlamentoyê dike. Ew ê ew qeyran çawa çareser bibe?

Di rastiyê de qeyraneke desthilatdariyê navbera şirîkên me de, di nava YNK’ê de heye. Goran ji wan cuda bû, siyaseta wan aloztir kir. Rêkeftineke me ya stratejîk ligel YNK’ê hebû. Niha dîsa di navbera wan de alozî heye. Bûne dû beş. Weke Navenda Biryarê û Balê Piranî ku beriya bi dû sê rojan ji Îranê vegeriyan.

Ji bo meşrûyeta karê xwe li Îranê digerin. Hinek alozî li meydanê hene. Me gelek hewl daye. Serok Barzanî çend caran ji wan re gotiye ’Dema min a qanûnî xilas bûye, werin em hilbijartinan bikin Serokekî nû hilbijêrin. Ez bi xwe nabim namzet. Min dû caran ew dewre kiriye. Eger hûn dibêjin ‘hilbijartin nayê kirin’ kerem bikin herin nava partî û aliyên siyasî di navbera xwe de lihev bikin yekî destnîşan bikin bila were cihê min. Eger hûn wê jî nakin. Bihêlin ez heta 2017’an Serokatiya heremê bikim heta ku em vê qonaxê derbas bikin.’

Xwestin li Parlementoyê sîstema serokatiyê biguherînin lêbelê nikarîn wê yekê jî bikin. Eger nikarin divê herin hilbijartine. Ew jî nebe bila partiyên siyasî siyasetmedarekî bike kandîd û li ser wî lihev bikin.

Îthama Mesûd Barzanî bi dîktatoriyetê tiştekî xelet e. Barzanî hemû rê eşkerekirin. Goran û balekî YNK’ê dixwestin bi zorîneyê derbeyekê çêbikin û aloziyan pêk bînin. Newşîrwan Mistefa li nav YNK’ê jî bû sedema aloziyê û YNK bû du beş. Hewldan ku kûdetayekê çêkin lebelê bi serneketin. Em hewl didin dîsa Parlementoyê aktîv bikin. Lêbelê nabe weke berê Goran bibe şîrîke desthilatdariyê. Em ligel Goranê şîrîkatiyê nakin. Bila Goran weke opozîsyon bimîne. Weke opozîsyonên hemû cîhanê xizmetê ji milletê xwe re bikin. Nebin parçeyek ajandaya Malîkî û Îranê.

Ew niha li Silêmaniyê mangirtinê dikin û nerazîbûnan nîşandidin. Şerê DAIŞ’ê şerê man û nemana milletê me ye. Hewce bû opozîsyonê jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikira. Me dît li Tirkiyê derbeya Fethullah Gülen çi CHP, çi MHP çi HDP hemû opozîsyonê piştevaniya AKP’ê û Erdoğan kirin. Di demê karesat û xeteran de hemû millet hevdû digrin û yekgirtinekê pêk tînîn. Mixabin ê me her roj alozî û qeyran e. Ev yek jî qonaxeke em ê di vê qonaxê jî de derbas bibin.

Sekreterê Partiya Dawa Nûrî Malikî, di vê demê de çima sivikatiyê bi kurdan dike? Malîkî hewl dide ajandaya kîjan welatî bi ser Iraqê û Kurdistanê de pêk bîne?

Malîkî weke mareke bîrîndar e. Dixwest cara sêyem bibe serokwezîr. Bêyî me, bêyî Serok Barzanî kes nikare bibe serokwezîr. Serok Barzanî rola xwe lîst û nehişt Malîkî bibe serokwezîr. Malîkî bêrêziyê li xelkê Kurdistanê dike. Wê yekê jî ji ser cenabê Mesûd Barzanî ve dike. Ew dibêje ‘divê kurd vegerin sînorê beriya 2003’an. Sînorê beriya Seddam Hûsên.’ Ev ne tenê dijayetiya Barzanî, dijayetiya hemû kurdan e. Yanî divê em ji Kerkûkê, ji Şêxan, ji Mexmûr û  Şengalê paşde vekişin û bidin Malîkî. Malikî behsa pêwendî û hevgirtina Kurdistanê û Îsraîlê dike. Hemû welatên ereb, hevalbendên Îsraîlê ne. Madem hevalbendiya ereban xirabe, bila dijayetiya Qeter, Ûrdîn û Misirê bike. Ew hevalbendên Îsraîlê ne. Weke gelê kurd arîşeyên me, bi Îsraîlê jî re, bi gelên, ereb, fars û tirkmen jî re tunene. Arîşeya me ligel desthilatdaren e. Ew desthilatdarên ku welatê me dagir kirine.

Malîkî dixwaze planên Îranê li ser me zal bike. Pîlanên Malîkî naçin serî. Divê aqûbeta Seddam li ber çavê Malikî be. Malîkî ji Seddam bi qewettir nebû.

Mehmet Salih Bedirxan - BAS

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV