24 Çile 2017 Sêşem

Dayîkek ji Efrînê û keçên xwe hatine kuştin

Penabereke ji Efrînê li gel 2 keçên wê li Danîmarka kuştî hatin dîtin.

02 Mijdar 2016 Çarşem 22:10
Dayîkek ji Efrînê û keçên xwe hatine kuştin


Polîsên danîmarka, roja duşemê 30.10.2016 termê jineke penaber ji Efrînê ji gundê Basûtê li gel termên 2 keçên wê dîtin. Piştî ku çend rojan ew jin û herdû keçên xwe ne diyar bûn, mirovên wan polîsên wê derê agahdar kirin. Di encama kontrolê de, termên dayikê û herdû keçên wê li bajarê Abînrayê li Danîmarka di berada mala wan de hatin dîtin.

Jina kuştî 27 salî ye, navê Şêrîn e, û her du keçên wê, yek  7 ya din jî 9 sal ye.

Niha polîsên Danîmarka li bavê herdû zarokan digerin, ku ew jî ne diyare.
Her li gorî zanyariyan herdû hevser pismam û dotmamên hev bûn.
Ev malbat sala 2015an gihîştibû Danîmarka û li wî welatî weke penaber bicih bûbûn, piştre ji hev cuda bûbûn.





ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV