23 Cotmeh 2014 Pênşem

"Kurê min ji ber ku Kurd bû kuştin"

AvestaKurd - Bavê leşkerê ku bi awakî ne diyar hatibû kuştin, îfade kir ku, kûrê wî, ji ber ku Kurd bû ye, ji aliyê fermandar ve hatiye kuştin.

10 Tîrmeh 2012 Sêşem 14:53

Leşkerê Îdirî, yê bi navê Sezer Altundag, hefta çûnê li leşkeriyê jiyana xwe wenda kiribû. Rayedaran, ji malbata Sezer Altundag re xeber şandin û gotin ku, "kure we derketiye operasyonê, pêl mayinê kiriye û miriye." Pişt re jî cenazeyê leşker bi malbatê re şandin. Apê leşker diçe qereqolê ku cenaze teslîm bigire. Li qereqolê kefen vedike ku, bedena brazîyê wî tiştek nebûye lê tenê li ser eniya wî, şopa guleyekê heye. Bi rayedarên qereqolê re dibêje, "ka ji me re gotin pêl mayin kir?" Qereqol nikare agahiyeke zelal bide malbatê û dibêjin, "ji me re wisa gotin." 
Li ser vê malbatê cenaze negirt û xwestin ku, kuştina kurê wan zelal bibe. 
Dûra, rayedaran daxuyand ku, leşker Sezer Altundag, întihar kiriye. Malbatê, bertek nîşana vê helwestê dan. Bavê Sezer Altundag, Mehmet Elî Altundag diyar kir ku, kurê wan ji ber ku Kurd bû ye hatiye kuştin. Ne ji aliyê leşkeran ve, ji aliyê fermandarê wî ve bi guleyekê hatiye kuştin. Bav Dibêje, "kî çi dibêje bila bibêje, lawê min birin û guleyek bera eniya wî dan û kuştin." 
Leşker Sezer Altundag, li navçeya Amedê, li Erxaniyê leşkerî dikir. 
  

Gotinên Klît: Leşker, Dayik, Sezer, Altundag

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV