22 Şibat 2017 Çarşem

Kurmanciya Bakur

18 Adar 2013, 16:48
Kurmanciya Bakur

Kurmanciya Bakur  Em bi gotin an biwêjekê dest bi meramê xwe vegotinê bikin. Tê gotin ku, tu li seyareya kê siwan bibî, tu yê strana wî guhdarî bikî. Gellekî rast e. Qey mirov dibêje ev gotina ji bo Kurmancî, zaravayê Kurdî hatiye gotin. Her çiqas seyare a me be jî, ji ber ku ajovanê seyareya xwe ne em in, em di seyareya xwe de, yanê li ser xaka bav û kalên xwe, stranên ajovan yê Ecem, Ereb û Tirk guhdarî dikin. Tenê xaka me nekirine çar parçe, çand û zimanê me jî kirine çar parçe. Rasterast, bandora serdestan li ser zimanê xwe em dibînin û dijîn.  Pirs ev e; Gelo çima Kurmanciya Bakur, ne wek Kurmanciya Baþûr, Rojava û Rojhilat kûbar e û qeba ye? Peyv û hevok heman bin jî, çima di Kurmanciya Bakur de tehm, þêrinî û kûbarî tine? Heman ziman û zarave ye, lê ewqas ferq çima? Dema ez li ser televîzyoneke Kurdî, Kurdên Baþûr an Rojava temaþe û guhdarî dikim, gellekî kêfa min bi peyivandina wan tê û mîna ku þekirê Amedê bavêjime devê min, tehmeke bêhempa berdide devê min û mîna ku ez muzîkeke zor baþ guhdarî dikim, ez mest û kêfxweþ dibim. Lê dema Kurdekî Bakur guhdarî dikim, ez pirr caran eciz dibim. Wek motoreke ku gemar tevlî sotemeniyê bûbe, tu dibêjî ha motorê stop kir û sekinî. Çimkî pirranî Kurdên Bakur, bi tirkî difikirin û bi Kurdî diaxifin. Û bi þêweyekî qeba Kurdî dipeyivin. Ev ne qebatiya zimanê me ye, ev þerma me Kurdên Bakur e. Ez bi xwe li hemberî vê rewþê gellekî xemgîn dibim.  Heman peyv û hevok, di devê Kurdekî Rojava an Baþûr de, ewqas þêrîn û delal û kûbar. Mixabin di devê Kurdekî Bakur de bêtehm û qeba ye. Mirov nikare vê tenê bi bandora zimanê serdest ve girê bide.  Rojekê bi hevalekî ne Kurd re em rûniþtibûn û me televîzyon temaþe dikir. Di televîzyoneke Kurdî de, me hinekî axaftina çend Kurdên Bakur guhdarî û temaþe kir. Heval, li min mêzekir û got, "qusurê nenêre lê zimanê we pirr qeba ye. Ez di þûna xwe de sar bûm û hinekî jî sor bûm. Zor zora min çû lê mafê Sezar em bidine Sezar, rast digot, ez jî wek wê difikirîm lê bi ferqekê. Ew qebatiya ji zimanê min nedihat, ji kesên ku dipeyivîn dihat.  Min ji heval re li ser înternetê, cuda cuda televîzyonên Kurdî vekirin û bernameyên cuda da temaþe û guhdarî kirin. Çi axaftinên Kurdên Baþûr, çi yên Rojava û Rojhilat. Heval matmayî ma. Bi guhê xwe bawer nekir. Îcar ji min re got, gelo çawa dibe ev heman ziman be? Dewam kir, çiqas zimanekî þêrîn e. Heman ziman û zarave, lê wek ferqa þev û rojê.   Ez texmîn dikim, her zimanê dayikê yê her mirovî, ji bo wî þêrîn û delal e. Tehm û þêriniya zimanê xwe mirov nikare di ti zimanên din de bibîne. Mixabin, em Kurdên Bakur, qesta min ji bo pirraniyan e, helbet mirovên ku zimanê þêrîn, delal dipeyivin hene, ew li derve lê pirranî zimanê xwe yê xweþ awaz û þêrîn û naz diherimînin.  Tiþtekî din jî heye di vê mijarê de. Dema ku bi Tirkî dipeyivin Kurdên Bakur, çiqas xwe kûbar dikin, qet tu dibêjî li Stenbolê mezin bûne lê dema vedigerine zimanê xwe, ne kbarî dimîne ne jî þêriniya ziman.  

 

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV