22 Şibat 2017 Çarşem

Mela Mistefayê Barzanî

04 Gulan 2012, 22:24
Mela Mistefayê Barzanî

Mistefa Barzanî (1903-1979) general û rêberê mezin ê kurd e û damezrînerê PDK'ê ye.

Barzanî, di 14'ê adara sala 1903'yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905'an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914'an de birayê wî tê kuştin. Barzanî di 1931'ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ahmedê Barzanî di rêberiya şoreşa kurdî da dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bi dest ve anîna mafên milletê kurd. Şoreşa ko li sala 1935'an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê. Li sala 1942'an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943'an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945'an, diçe Mehabadê û beşdarî di damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê diket û wek wezîrê çenkê tê destnîşankirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê dibe. Mistefa Barzanî, di sala 1958'ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961ê de heta xudmuxtariya 1970'yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewamkir.

Di 1975'an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1'ê adara sala 1979an de diçe rehmetê.

Mela Mistefayê Barzanî li Barzan hat veşartin.

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV