25 Nîsan 2014 În

Axaftina Barzanî ji bo serxwebûna Fransa de

Avestakurd – Roja 14/7/2012 ku di heman demê de roja serxwebûna Franseyê ye jî, bi amadebûna Serokê

15 Tîrmeh 2012 Yekşem 15:12
Axaftina Barzanî ji bo serxwebûna Fransa de
 Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Parlemena Herêma Kurdistanê, hejmarek wezîrên Hikûmetê, nûner û Balyozên welatên biyanî û kesayetiyên naskirî, ji bo bîranîna vê rojê Serokê Herêma Kurdistanê axivitek pêşkêşkir. Serokê Herêma Kurdistanê di axivitina xwe de behsa roja behsa girîngiya roja şoreşa Franseyê û bandora wê li ser gelankir. Her weha di axivitina xwe de bal kişand ser têkiliyên Franse û nêzîkbûna xwe ji gelê Kurd re û behsa demên borî û yê niha kar di warê têkiliyên di navbera her her du gelan de. Li gor MSHK, gotara Serokê Herêmê:  




"Amadevanên birêz!

Rê bidin bi navê gelê Kurdistanê û bi navê xwe ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî gelê Fransa û Serokê Fransa û Nûnerê Fransa li Kurdistanê bikim ji bo 14ê temmûz ku roja şoreşa Fransaye.

Şoreşa Fransa bû bi mînakek ji bo gelên din jî û nizanim çawa wiha rêkkeft roja 14ê temmûzê bibê rojekî hevbeş li navbera gelê Iraq û gelê Fransa, ji ber ku li sala 1958 wekî îro dîsa şoreş li Iraqê rûda. Em dibînîn mîlletê Fransa gihîşte çi astek û mixabin dibînîn Iraq jî li çi pêvajoyek da ye.

Em hemû hewlek didîn hemû Iraq çav li we bike lê belê eger eve ji bo me hemû Iraqê pê neyê kirin peyman didîn Herêma Kurdistanê li wê rêyê da biçê ku hûn têda çûn. Em dest li demokrasiyetê hilnagirîn û hemû hengavên me li çarçêweya demokrasiyetê da dibê.

Dîroka gelê Kurdistanê li gel Fransa dîrokekî xweşe, hemû ew hêzê siyasiyên ku li Fransa ne li gel nêrînên xwe yên cûda, lê belê hemû bi çavekî dostane temaşa doza gelê Kurdistanê kiriye û herdem dilovaniyê nîşandane.

Li sala 1967 Iraqê rêkkeftinekî li gel Fransa îmzakir ji bo kirîna du firokeyên cengî yên bi navê Mîrac, wê demê General Dîgol ku gelek navdar bû qehremanekî mezinê Fransa û cîhanê jî bû. Wê demê dostekî Kurd ku li Kurdistanê karê rojnamevanî dikir ew jî rojnamevan Rînê Morîs bû cenabê Barzanî li rêya wî ve nameyekî ji bo General Dîgol şand û jêre got: Ez dizanim û têdigihim Fransa berjewendiya xwe heye lê belê li heman demî de hez dikim cenabê te ji wê yekê dilniya bibe ew firoke ji bo kuştina jin û zarokên Kurd û şewitandina dêhata Kurdistanê têne bikaranîn. Tenê dixwazim vê agahdariyê ji bo cenabê te bişînim. Morîs nameyê bir û piştî xwendina wê nameyê General Dîgol yekser peymanê hilweşand û nehişt ew çek bi Iraqê bê firotin.

Ez heta mabim firmêsk û rondikên xanim Daniyel Mitterand ji bîr nakim. Li sala 1989 ku yekemîncar gihîştim xizmeta wê ku behsa derd û êş û azarên gelê Kurd kir û behsa koçberên wê kir ku wê demê çûbûn Tirkiye û çi li serê vî mîlletî hat li piştî pêvajoyên enfal û kîmyabaranê birastî yekemcar min wiha hest kir ku Kurd kesekî heye li Ewrûpa birastî û bi soz û dilsoziyê ve û bi hestekî gelek bilind ve piştevaniyê dike û çi nebê li ruyê wîjdaniyê ve agahdarî êş û azarê vî geliye.

Li raperîna 1991 jî carekî din serdana Kurdistanê kir û çend carekî din jî serdana Kurdistanê kir û pêwendiyekî gelek dostane jî li gel dayika min dirust kir.

Her wiha li bîra min naçê ku yekemcar min li sala 1992 cenabê Serok Mitterand dît ku dema ez rabûm ji min re got: Ji gelê Kurdistanê re bibêje dostekî we heye li Fransa ku Fransuwa Mitterande û heta ez li virim piştrast be em li pişt we ne û li vir jî nebim mîlletê Fransa li pişt we dibê.

Li sala 2010 Serokekî nû ji bo Fransa hat û wî jî pêşwaziyeke germ li me kir û berî ku bibê Serok dîsa me pêwendiyekî dostane hebû û dostayetiyeke baş ji bo gelê Kurdistanê nîşanda û li gel Dr. Bernard Koşnêr Wezîrê Derveyê wê demê yê Fransa ku dostekî herî nêzîkî şexsî û dostê gelê Kurdistanê bû me hevdîtinekî girîng sazda û me peymanekî gelek rêk û pêk îmzakir û eve jî bû bi bingehek ji bo berfirehbûna pêwendiya aboriya di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û eve jî dibê bingehekî serekî ji bo pêwendiya aboriya paşaroja me.

Xweş bextane jî niha Serokekî nû li Fransa heye ku gelek dostekî nêzîkî gelê Kurd û dostekî gelek nêzîkî mine jî û min çendîn car wî ditiye. Li vir da ez dixwazim bibêjim li gel mîllet û dostên Fransa me pêwendiyekî dostane heye û me hêviyeke mezin bi wê yekê heye ew pêwendî li paşarojê de roj bi roj berev pêştir biçê.

Ji hemûyan jî girîngtir ji bo min ewe ku dostê me yê delal Dr. Tissot eve pênç sale û berî wê jî wate zêdetirê 30 sale bi hemû şiyanek ve yarmetiya gelê Kurdistanê daye. Me gelek pê nexweşe me bi cîh dihêle, lê belê dizanîn eve sirûştiya karê dîplomasiye û ev pênç sal jî ne hêsan bû, lê belê li her ku bê dostekî gelek nêzîk û ezîzî, ji bo me pîroztirîn û bi şereftirîn nav û hêma Pêşmergeye, em jêre dibêjîn tu Pêşmergeyê Kurdistanî.

Carekî din pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim serkeftî bin û gelek spas."

Avestakurd

 

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV