23 Gulan 2013 Pênşem

Aydinlik: Ocalan talîmata hevdîtinê da Zana

AvestaKurd - Ji rojnameya Aydinlikê Sabahattin Onkibar îdia kir ku, Zana bi têlefonê talîmat ji Ocalan girtîye û hevdîtina Erdogan kiriye.

07 Tîrmeh 2012 Şemî 09:38
Aydinlik: Ocalan talîmata hevdîtinê da Zana
Rojnameya Aydinlikê, dîsa qala îdiayek balkêş kir. Ji rojnameyê Sabahattîn Onkibar, di gotara xwe de îdia dike ku, li Enqerê, navekî gellekî girîng, bi wî re gotiye ku, Abdullah Ocalan, bi telefonê bi Parlementera Serbixwe a Amedê Leyla Zana re peyiviye. Ocalan talîmat daye Zana ku bi Erdogan re hevdîtinê lidarbixîne. Li ser vê, Leyla Zanaya ku, 6 meha berê gotiye, "çek, garantiya Kurdan in", daxuyaniyên nerm dane. 
Onkibar xwe dispêre wî navî ku eşkere nake û îdia dike ku, ev projeyeke Amerîkayê ye. 
Li gorî Onkibar û wî mirovî ku jêre peyiviye, MÎT, pirr caran, li mêvanxana MÎTê a li Bursayê,  bi Ocalan re hevdîtin kiriye. Ocalan îkna nekirine. Ocalan her tim gotiye, "Amerîka, di vê pêvajoyê de li kuderê disekine?" Ji bo ku Ocalan îkna bikin, MÎTê, dîplomatekî Amerîkî û sîxurekî CIAyê anîna cem hev. Piştî vê hevdîtinê, Ocalan îkna bûye û talîmat daye Leyla Zana ku, bi Erdogan re hevdîtinê lidarbixîne.    
Gotinên Klît: Ocalan, Zana, Hevditin

Li ser vê nûçeyên Şîroveya yekemîn tu bike!!

  • Nav û Paşnav:

  • Şîrove:

  •  

    @name x

  • Têbinî: Şîrove piştî erêkirina redaksiyonê tê weşandin...!

    MANŞÊNT

    ANKÊT Encam Hemû

    ?TU ŞAHCIWANA KURDISTANÊ ÇAWA DIBÎNÎ?

    HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

    ÎRO

    VÊ HEFTEYÊ

    VÊ MEHÊ

    PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

    ÎRO

    VÊ HEFTEYÊ

    VÊ MEHÊ

    MALPER

    e-rojname

    ARŞÎV