17 Îlon 2014 Çarşem

Barzanî hişyariyeke cidî da Kurdên Sûriyê

AVESTA KURD - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şêweyekî cidî dest avêtiye nava pirsgirêkên di navbera tevger û partiyên Kurdên Sûriyê de.

10 Tîrmeh 2012 Sêşem 12:43
Barzanî hişyariyeke cidî da Kurdên Sûriyê


Li gora agahiyên gihiştine AVESTA KURD, dema ku Mesûd Barzanî li bargeha xwe li Hewlêrê PYD û partiyên din yên Kurdên Sûriyê anîn cem hev, hişyariyeke cidî da wa.

Barzanî gotiye lihev werin û di van rojên hesas û hestyar de biryara xwe, helwesta xwe bikin yek û dijmintî û nakokiyên di navbera xwe de rakin û dawî li kiryarên ne di cih de bînin, ji ber ku ew ziyanê digihînin pirsa Kurd li rojavayê Kurdistanê.

Barzanî diyar kiriye ku tiştên têne kirin nayên qebûlkirin û divê yekser ew dijmintiya navxweyî nemîne.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye eger ku partiyên Kurdên Sûriyê nikaribin bigihên çareseriyekê ewê neçar bimîne bi şêweyekî din mudaxele bike.


AVESTAKURD

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV