22 Şibat 2017 Çarşem

Berpirsê krîza mazotê li rojava PYD ye

Piştî destpêkirina pêla serma û seqemê li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê krîza sotemeniyê derket. Çavdêrek ji Rojava jî dibêje, berpirsê vê krîzê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye.

08 Şibat 2017 Çarşem 13:15
Berpirsê krîza mazotê li rojava PYD ye
Piştî destpêkirina pêla serma û seqemê li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê krîza sotemeniyê derket. Çavdêrek ji Rojava jî dibêje, berpirsê vê krîzê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye.

 

Krîza sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê mezin dibe. Ev yek di demekê de ye, ku çavkaniya sotemeniyê ya Sûriyê herêma Rimêlanê ye û di bin kontrola PYDê de ye.

 

Çavdêrê civakî Şiyar Îsa derbarê sedemên krîza darayî de got; “PYDê ji bo armancên siyasî dosyeya parvekirina sotemenî û gezê daye destê komûnên xwe. Xelk neçar kiriye, ku tenê gaze ji komûnên wan werbigre.”

 

Şiyar Îsa ku li bajarê Qamişloyê xwedanê çapxaneyekî ye diyar kir; “Komûnên PYDê sotemeniyê didin alîgirên xwe. Lê piraniya xelkê ne li gel komûnên wan e. Lewma nikarin sotemeniyê peyda bikin.”

 

PYD pêwendiyên xwe yên ligel civakê bi rêya “komûnan” birêdixe. Li hemû gund, navçe û bajaran komûnên xwe avakirine û ev komûn bi awayekî peryodîk raporên xwe yên derbarê rewşa aborî, siyasî û civakî pêşkeşê PYDê dikin. PYD jî li gorî van raporan li gel hemwelatiyan danûstandinê dike.

 

Çend nîştecihên Amûdê û Dirbesiyê jî dibêjein; “Eger em ji komûnên PYDê sotemeniyê bixwazin divê beşdarî çalakiyên wan bibin an jî bibin beşek ji rêxistinên wan.”

 

Şofêrekî otobûysê jî ji Rûdawê re got; “Xelk dikare xwe ji sermayê biparêze û neçe bin bare komûnên PYDê. Lê şofêrên otobûsan nikarin. Eger her heyv 2-3 caran otobûsên xwe nexin bin xizmeta komûnan sotemeniyê nadin û nahêlin em herin garajan.”

 

Petrola Rimêlanê diçe kê derê?

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji zarê çend çavkaniyên şîrketa petrola Rimêlanê hatiye zanîn, heta niha jî ev şîrket ser bi hikûmeta Sûriyê ye û biryar û rênimayên hikûmetê cî bi cî dikin.

 

Karmandekî ji şîrketa petrola Rimêlanê ji Rûdawê re ragihand; “Li gorî rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û PYDê de, divê petrol di navbera herduyan de bê parvekirin. Beşa hikûmeta Sûriyê diçe taxa Teyî ya Qamişloyê, ku alîgirên hikûmetê ne, beşekî din jî dişînin Dîmeşq, Tertûs û Helebê.”

 

Şiyar Îsa dibêje, ti pirsgirêka sotemeniyê yê taxa Teyî ya Qamişloyê nîne, ji ber ku ew alîgirên rejîmê ne û ereb in.

 

Îsa got; “Komûnên PYDê di wê taxê denînin. Rejîm sotemeniya xwe dide nîştecihên vê taxê. Lewma xelkê Qamişloyê diçin taxa Teyî û li wir sotemeniyê dikirin.”

 

Şiyar Îsa behsa serpêhatiyekî xwe kir û got; “Beriya demekê zarokekê me çêbû. Li hemû benzînxaneyên Qamişloyê geriyan lê dilopekî benzînê peyda nebû. Çûme taxa Teyî û min li wir benzîn kirî. Rojane bi tankeran rejîm neftê dişîne vê taxê.”

 

Di komûnan de gendelî

 

Niha li Rojvayê Kurdistanê di navbera komûnên PYDê de li ser qorixkirina sotemeniyê tê axaftin. Endamê yek ji wan komûnan, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, got; “Ez ne endamê PYDê me. Lê ji bo debara jiyana xwe bi neçarî beşdarî komûnan bûm. Mixabin stratejîya komûnan xelkê neçar dike ku beşdarbûna van komûnan bibe çavkaniya jiyanê. Eger ne wiha ba çima xelkê Qamişloyê neçar be here taxên ereban bikeve sirê da ku lîtreyekî sotemeniyê bistîne?”

 

Endamê komûnê herwiha daxuyand; “Sotemenî pir e lê naçe benzînxaneyan. Di nav endamên komûnan de jî gendelî heye. Sotemeniyê tenê didin kesên nêzîkî xwe. Kesên ne nêzîkî wan û ne endamên PYDê jî bi nirxekî giran sotemenî dikirin.”

 

Nirxê lîtreyekî gazê 100 lîreyê Sûriyê ye. Komûn jî lîtreya wê bi 40 lîreyan difiroşin.

 

PYD naveşêre ku li Rojava krîza sotemeniyê heye. Hevserokê Encûmena Bîşbicîkar a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan ji medyaya lokalî ya Rojava re ragihand, ku ew hewl didin krîza sotemeniyê çareser bikin.

 

Lê Saroxan giliya xelkê kir ku destpêka zivistanê neçûne cem komûnan û gaz wernegirtine.

 

Krîza sotemeniyê bûye sedema nexweşbûna gelek zarokan.

 

Şirîn Xelîl li Qamişloyê doxtora zarokan e, ji Rûdawê re got; “Niha bi berdewamî zarokan tînin nexweşxaneyê. Piraniya van zarokan ji ber sermayê nexweş bûne.”

 

Kesûkarên van zarokan jî dibêjin, pereyên wan nîne sotemeniyê bikirin û zarokên xwe pê germ bikin.

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV