20 Tebax 2014 Çarşem

Cihê çareserkirina pirsa Kurdî Meclîs e

Avestakurd – Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo çareserkirina pirsa Kurdî bang li partiyên di Meclîsê de cih digirin kir ku got ku 'em li derne din neaxivin, li meclîsê biaxivin, madem meclîs îrade gel e cihê çareserkirina pirsê jî meclîse.'

10 Hezîran 2012 Yekşem 09:04
Cihê çareserkirina pirsa Kurdî Meclîs e
 Kiliçdaroglu beşdarî kongreya partiya xwe ya li Ordu bû. Kiliçdaroglu giraniya axivitina xwe ya di kongrê de da pirsa Kurdî. Kiliçdaroglu got ku ew dixwazin derbeya hiqûqan rabe, dadgehên taybet rabin, bendava 10 ji sedê rabe; dixwazin dadgeh serbixwe, azad û bê alî be. Her weha Kiliçdaroglu ji bo pirsa Kurdî da diyarkirin "Parêzgeheke şehîd nedabe tuneye. 81 parêzgehê me hene, li 81 parêzgehan şehîdên me hene. Ev 30-35 sal in ve pirs nayê çaereskirin. Niha pirsa yekîmin bikin ev e; 30-35 sal in kî ye pirsê çareser nake? Ez bêjim, saziya siyasî ye vê pirsê çareser nake. Divê em çareseriyê biafirînin. Divê em li dora mêzekê kom bibin û weke însanan biaxivin." Di berdewamiya axivitina xwe de got ku divê 'em gotûbêj bikin ka pirsê çawa çareser bikin. Li ciheke din neaxivin, em li meclîsê biaxivin madem meclîs îradeya gel e.' Hêjayî gotinê ye, we diyare dê li van roj û mehên li pêş rojeva Tirkiyê ji her demê germtir rojeva pirsa Kurdî be. Lê heta niha pêngaveke li ber çav û zelal der barê pirsa Kurdî de nîne.

 

Avestakurd  

 

 

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV