Avestakurd – Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş bersiva Mihemed Agar ku gotibû 'rapora Kurd dinivîsim' da.
16 Tîrmeh 2012 Duşem 19:10
Demîrtaş li ser Twitter a xwe bersiveke tund da gotinên Agar. Demîrtaş da diyarkirin ku "Rapora ku Mihemed Agar dê amade bike divê yek hevok be: Ez ji dilê xwe lêborînê ji gelê Kurd dixwazim. Yên din çîrok in." Hêjayî gotinê ye, Mihemed Agar ji rojnameya Radîkalê re gotibû ku 'ez rapora Kurdî dinivîsim û dê li dawiya salê bi dawî bikim.'
Li ser vê nûçeyên Şîroveya yekemîn tu bike!!