Lîstikvanê tîma Îtalî a Udinesê Cristian Obodo, li welatê xwe Nijerya, li bajarê Warri, li ber dêrê ji aliyê hin kesên çekdar ve
hate revandin. Obodo, bi malbata xwe re li betlanêye û danê sibê li bajarê Warri bûye. Futbolîstê 28 salî, ku çawa sezon
bi dawî bû, bîhna xwe li welatê xwe Nijerya girtibû.
Birayê Cristian Obodo, Kenneth Obodo, ku ew bi xwe jî di tîma Îtalî Pîsayê de dilîze, di derbarê revandina birayê xwe de
agahî dan, "rewşa Cristian baş e. Em bi kesên ku ew revandine re di têkiliyê de ne. Hinekî dirava dixwazin."
Cristian Obodo, ne diyare ku ji aliyê kê ve hatiye revandin. Dema hate revandin, diçû dêrê û bi tenê bûye. Kesên Obodo revandine, sibê ji dayika wî re têlefon kirine û 150 hezar euro fîdye xwestine.
Karayilan voleybolê dilîze
PKK li Hewlêrê kampanya îmzeyan didomîne
Barzanî: Divê Ocalan azad be
6.Şandeya BDP a ku wê biçe Îmraliyê diyar...
Li Enqerê Konferansa Demokrasî û Aştiyê...
Binêrin Gonzales çawa perkusyonê lêdixe (Vîdyo)
Li Amedê 2 ton û li Batmanê 1234 tiryakî...
"Em êdî naxwazin dayîkên kurd û tirk bigirîn"
Li ser vê nûçeyên Şîroveya yekemîn tu bike!!