24 Çile 2017 Sêşem

Hikûmeta Kurdistanê bersiva bêbextiya PYD da

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bersiva daxuyaniyeke Desteya Parastinê ya Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê da û tê de wiha got: "Duh daxuyaniyeke bi navê Desteya Berevanî û Parastina Xweserî ya ser bi PYDê, ku navê Kantona Cizîrê lê hatiye kirin, ew di daxuyaniya xwe de hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar dike û dibêje roja 3ê vê mehê çend balafirên şer ji bingeheke serbazî ya ezmanî li Herêma Kurdistanê rabûne û devera Til Elo ya ser bi Cizêrî bomberan kirine." Li ser wê daxuyaniyê Sefîn Dizeyî dibêje, ew bi her awahî wan idîayan red dikin, û ew daxuyanî tenê cihê pêkenîn û nîşana asta nexweşiya nivîsakarên wê ye. Dizeyîn her wiha dibêje: Diyare Cemaeta bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine. Ma ka bingeha leşkerî li Herêma Kurdistanê heye?! Lê diyare ew ne li ser hişê xwe ne û têk çûne!."

11 Çile 2017 Çarşem 15:16
Hikûmeta Kurdistanê bersiva bêbextiya PYD da

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bersiva daxuyaniyeke Desteya Parastinê ya Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê da û tê de wiha got: "Duh daxuyaniyeke bi navê Desteya Berevanî û Parastina Xweserî ya ser bi PYDê, ku navê Kantona Cizîrê lê hatiye kirin, ew di daxuyaniya xwe de hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar dike û dibêje roja 3ê vê mehê çend balafirên şer ji bingeheke serbazî ya ezmanî li Herêma Kurdistanê rabûne û devera Til Elo ya ser bi Cizêrî bomberan kirine."

Li ser wê daxuyaniyê Sefîn Dizeyî dibêje, ew bi her awahî wan idîayan red dikin, û ew daxuyanî tenê cihê pêkenîn û nîşana asta nexweşiya nivîsakarên wê ye.

Dizeyîn her wiha dibêje: Diyare Cemaeta bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine. Ma ka bingeha leşkerî li Herêma Kurdistanê heye?! Lê diyare ew ne li ser hişê xwe ne û têk çûne!."

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV