23 Mijdar 2014 Yekşem

Hêzên pêşmerge rê nedane leşkerên Îraqê

Avestakurd – Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer der barê hatina hêzên Îraqê û rê nedane hêzên pêşmerge ji bo derbasbûna wan yan navçeyê de axivî.

27 Tîrmeh 2012 În 18:19
Hêzên pêşmerge rê nedane leşkerên Îraqê
 Malpera Avestakurd ku ji demjmêrên sibê were bi rêya jêder û ji nêzîk ve ev pêşketina nû li deverê kêlî bi kêlî, demjmêr bi demjmêr dişopand û bi şêwazeke rast û durist hewldanên artêşa Malikî ji raya giştî radigihand. Heta vê kêliyê hêzên pêşperge li devara gundên Kurdan, aliyê Rebîa, Zimar, Birdiya belavin û bicîhbûne. Lê ji aliyê artêşa Malikî ve li aliyê gundê Qahîre sistayî û kêm tevgerî tê xwiya dike. Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer der barê vê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got "Îro li danê sibehê hêzeke fewca 2 ya lîwaya 38 ya bi ser fîrqeya 10 a Artêşa Îraqê da rê daku li sînorê navbera Îraq û Sûriyê de li navçeya Saîf heta gundê Gaîne bi cîh bibe, lê hêzên lîwaya 8 ya pêşmerge yê bi ser bi Wezareta Pêşmerge ve rê nedane wan daku biçine navçeyê." Her weha Cebar Yawer diyarkir ku di navbera aliyan de ti pevçûn û rûdan neqwimîne.

 

Avestakurd

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV