22 Kanûn 2014 Duşem

“Ji bo evqas êş û mirinan êdî bes e!“

Avestakurd – Raportora Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê (MPKE) bang li dewleta Tirkiyê kir ku ligel Kurdan lihev bikin û 'ji bo evqas êş û mirinan êdî bes e!'

16 Tîrmeh 2012 Duşem 16:10
“Ji bo evqas êş û mirinan êdî bes e!“
  

Senatora Sosyalîst û seroka berê ya monitorig a MPKE'yê Josette Durieu ku berî demekê serdana Tirkiyê kiribû û ligel Serokomar, Serokwezîr û berpirsên bilind yên Tirkiyê hevdîtin pêk anîbûn, der barê çawaniya çareserkirina pirsa Kurdî de û rewşa Serokê PKK'ê Ocalan de, daxuyanî da ANF'ê. Raportora MPKE`yê got "Ji bo tevgera Kurdan jî; ez bê dudilî balê dikişînin ser navê; Birêz Ocalan heye” û berdewam kir; “Ew bi di rêveberin, beralîkirin û çalakiyên vê tevgerê de… xwedî berpirsyartiyek nayê gotûbêjkirin e, mirov nikare vê rastiyê gotûbêj bike. Jixwe ji ber van sedeman di girtîgehê de ye. Me weke raportora Konseya Ewropayê xwest hevdîtin pêre pêk bînin û ev daxwazek di cih de ye, ji bo ez bikarim vê wezîfeyê bikim, divê şert û merc bên afirandin. Ez vê yekê weke wezîfeyeke pir normal dibînim." Her weha Durrîeu bal kişand ser mezinbûna hêza Kurdan û biryara wan û got "Rastî ev e. Dewleta Tirk ya ku netewên din nas nake, êdî rastiya Kurdan, hêza wan ya mezin, ku qet qels nakevin û heta her ku diçe hêzan zêde dibe, dibîne. Rastiya Kurdan ya di daxwazên nasnameyê de dibîne. Ev daxwaza wan jî qet qels nabe. Divê ev li ber çavan bê girtin." Got jî ku divê Kurd û dewleta Tirkiyê bigihin peymanekê û weha pêdeçû " Li hemberî vê meseleyê biryara siyasî ya Tirkiyeyê jî di nav de , di her alî de divê biryara xwe bide. Ji bo ku Tirkiye bigihêje vê aramiyê ev hewce ye. Dema vê bêje, naveroka wê dê çawa be? Bi rastî ez jî nizanim. Belê bersiva wê bi min re jî tune! Lê di rastiya xwe de rêya vê ya ku dê biçe diyar e! Ev jî muzakereyên ku bi peyman û metneke nivîsî pêkan e.
Belê muzakere.. muxatab jî yên li hemberî we ne. Ev kî ne? Berpirsên kurd, nûnerên kurd in!" Durrîeu bal kişande ser muzakerayan û çawaniya bidawî hatina şer jî û diyarkir ku "Tê zanîn, qedandina şer ji axaftin û muzakerayan pêk tê. Her wiha di pevçûnan de axaftin û muzakere ji berê de heye. Axaftin û muzakere bi dijmin re tên kirin. Ji bo ku pevçûn şer bi dawî bibin, kesên ku qet tu naxwazî bibînî, muzakereyê dikî. Li ku ma ku ev siyasî ye. Tenê çareseriya vê jî ev e. Rê û rêbaz muzakere ye. Ev bi kê re tê kirin. Bê guman bi yên ku niha li ser dikê ne re. Daxwaza min a sereke eve. Hêviya min eve bigihêje armancê." Her weha diyarkir ku divê ev pirs bê çareserkirin "Em tenê ne çavdêr û şopdar in. Em di heman demê de aktor in. Li ser vî esasî divê em ji bo vê meseleyê çareseriyê bibînin. Bê niha li holê gelekî ku mafên xwe yên otonom dixwaze heye. Em nekarin wekî ku tune be tevbigerin. Ez bang li konseya Ewropayê dikim ku bila berpirsyariyê zêdetir bigire ser xwe." Durrîeu got bila êdî dawî li mirinan bê û bila tundî raweste "Mirov nekarin her tim ji bo çareseriyê mirin, şîdet û pevçûnan bidomînin. Ev ne rast e. Şîdet ranaweste. Mirov dimirin. Dema em li wir bûn jî bûyer çêbûn. Wê rojê 8 kes miribûn. Ji ber vê ez dibêjim ku bila êdî mirin çênebin. Niha ez ji bo vî welatî tenê tiştekî dixwazim. Bila mafê û derfet ji bo gelan bên nasîn."

 

Avestakurd

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV