24 Çile 2017 Sêşem

Ka em apê Karapêt nas bikin (vîdyo)

Di dîroka biratiya herdu gelên Kurd û Ermenî de gelek nimûneyên balkêş hene. Yek ji van nimûneyan hunermendê bi navûdeng Karapêtê Xaço ye. Karapêtê Xaço bi dirêjiya temenê xwe stran û kilam bi zimanekî kurdî yê resen û zelal gotin û kedeke mezin di Radyoya Yerîvanê de da.

14 Çile 2017 Şemî 14:12

Di fermana Ermeniyan de, Karapêtê Xaço bi destê Kurdan hat rizgarkirin û gelek berhemên hêja afirandin ku heta niha mane, Lawikê Metînî, Zembîlfiroş, Derwêşê Evdî û bi dehan kilamên din. Kurd pir ji Karapêtê Xaço hez dikin, lê belê wî gelek caran gilî û gazin dikir ku Kurdan heqê wî nedanê.

Ji dengê wî êşa ku sînor û tixûb nas nedikirin diherikî. Yek ji mînakên herî berçav yên dostanî û biratiya gelê Kurd û Ermenî, dengbêjê navdar û dengxemgîn û zelal Karapêtê Xaço ye.

Navê Karapêt yê rastî Garabet Xaçaturyan e. Ew di 3ê îlona 1902an de li Bileydera Êlihê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û di sala 2005an de, di 103 saliya xwe de li gundê Kolhoza Yerîvanê ji dinyayê bar kir.

Xaço bi dirêjiya sedsalekê ji temenê xwe stran û kilam bi kurdî çêkirin û gotin. Xaço ku 15 salan di Artêşa Fransayê de leşkerî kir, 55 salan di Radyoya Yerîvanê de kar kir.

Karapêt neviyê ferman, karesat û wêranan bû. Ew bi eslê xwe ermenî ye. Di destpêka sedsala bîstan de, malbata wî û dê û bavê wî di fermana dewleta Osmanî ya li ser ermenî û mesîhiyan de hatin kuştin.

Karapêt bi xwedîlêderketina hin êl û kesayetiyên Kurd ji kuştinê hat xilaskirin. Dema Sûriyê di bin destê Fransayê de bû Karapêt çû çend salan li wir jiya, di sala 1936an de li Qamişlo zewicî, lê sala 1946an vegeriya Ermenîstanê û heta roja xwe ya dawî li wir ma.

Karapêtê hêja bi stranên şer û kilamên xwe yên wek Lawikê Metînî, Filîtê Quto, Silêmanê Mistê, Derwêşê Evdî, Sarê Rabe, Leyla Xanê, Hesenîko û gelekên din cihê xwe di dilê her kurdî de çêkir û li seranserê Kurdistanê hat guhdarîkirin û naskirin. Wî bi dengê xwe çîrok, serpêhatî û bûyerên miletê Kurd ji windabûn û jibîrbûnê parastin.

Lê mixabin ku hezkirina guhdarên wî û xizmeta wî ya bêhempa ji hunera kurdî ya resen re ew ji feqîrî û belengaziyê xilas nekir ku bûye qedera dengbêj û rewşnebîrên Kurd ên rasteqîn. Xaço di hevpeyvîneke xwe bi Salihê Kevirbirî re dibêje min bi salan ji Kurdan re stra, lê Kurdan gumlekek ji min re nekirîn!

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV