Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bi germî listikvan, rahêner û endamên tîma milî ya Kurdistanê yek bi yek pîrozkir ew serkeftin bi 'serkeftin û şanaziyek mezin' navkir. Peyama Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina tîma milî:
"Bi minasebeta serkeftian tîma herêma Kurdistanê a futbolê û bidestveanîna şampyona VIVAyê, pir ji dil destxweşî û pîrozbahiyên gerim pêşkeşî yek bi yel lîstikvan, rahêner, endamên tîma herêma Kurdistanê û tevaya kurdistaniyan dikim û serkeftinên berdewam bo wan dixwazim.
Bi wê serkeftin û asta bilina tîma fûtbolê a herêma Kurdistanê di lîstikê de nîşan day û bidestveanîna şampiyona VIVA`yê û bidestanîna naznavê şampiyona fûtbolê a cîhanî a herêman, tîma me xizmeteke mezin bi herêma Kurdistanê û kurdistaniyan kir û serkeftin û şanaziyeke dîrokî bo xwe û bo Kurdistanê tomar kir.
Em, li hikûmeta herêma Kurdistanê, wek hertin, piştevaniya xwe bo tîma fûtbolê a Kurdistanê û hemû çalakiyên werzişî dupat dikin. Dilsozî, xebat û westiyana werzişvanên me, em ji srkeftinên zêdetr yên tîma me di hemû war û sewyeyên din yên werzişî de pişt ras tin.
Careke din silav, rêz û pîrozbahiya bo tîma fûtbolê a herêma Kurdistanê dubare dikin û çavê me li serkeftinên mezintir e
Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
09.06.2012"
Hêjayî gotinê ye, Tîma Milî ya Kurdistanê piştî di Şamponiya VÎVA ya cîhanî de karî 3'ê serkeftinan li pey hev tomar bike û xwe bigîhine listika fînalê. Di listika fînalê de li ser yarîgeha Firanso Herîrî Tîma Kurdistanê û Tîma Qibris ya Tirkiyê hatin beramber hev. Di encam de tîma Kurdistanê 2-1 bi serket û bo cara yekê kupaya şapmpyoniyê bi dest ve îna.
Avestakurd
Jinên Kurd û Gogapê
Messî li ser textê Muller rûnişt (Vîdyo)
Destûr da firotina "Pêlava Zêrîn"
Ji Îbrahîmovîç goleke nayê jibîrkirin (Vîdyo)
Hinav li Lionel Messi qetandin! (VÎDYO)
Serokwezîr Yaneya Hewlêrê pîroz kir
Meha wî bi Milyonek û 815 hezar Euro ye
Di “Gemşa Mila“ de Şampiyona Cîhanê Kurd...
Li ser vê nûçeyên Şîroveya yekemîn tu bike!!