Parlementerên girtî sebir ji Hasip Kaplan nehîştin!
AvestaKurd - Parlementerê Partiya Demokrasî û Aşîtiyê (BDP) Hasip Kaplan, li meclîsê ji ber parlementerên ku hatine hilbijartin û saleke nayên berdan, gellekî bi hêrs bû.
13 Hezîran 2012 Çarşem 15:47
Di salvegera hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011 an de, li meclîsê Hasip Kaplan derkete kursiyê û axifî. Hasip kaplan, ji ber ku ev saleke 6 parlementerên partiya wan hatine hilbijartin û nayên berdan, dema diaxifî gellekî bi hêrs bû û qîriya. Kaplan wiha axifî, "hûn çima nizanên bi îradeya millet re rêzê bigrin. Heta ku ev parlementerana dernekevin (ji girtîgehê) li vira ev meclîsa wê were miftekirin."
Hasip Kaplan, ji ber gotineke parlementerekî AKPî, her çû bi hîrs bû û wiha bertek nîşan da, "mepeyive lan... mirovê bêterbiye...)
Li ser vê nûçeyên Şîroveya yekemîn tu bike!!