16 Îlon 2014 Sêşem

Şehristanî dixwaze alozî li Îraqê kûrtir bibe

Avestakurd – Li demeke qeyrana siyasî li Îraqê berdewam dike û nakokî di navbera Hewlêr û Bexdayê de didomin û hewldanên çareserkirina vê qeyranê hene, peyvdarê Cîgirê Serokwezîrê Îraqê yê Karên Enerjiyê Hisên Şehristanî dixwaze aloziyê li Îraqê kûrtir bike.

15 Tîrmeh 2012 Yekşem 10:51
Şehristanî dixwaze alozî li Îraqê kûrtir bibe
 Hat zanîn, Şehristanî daxwaz ji Wezareta Darayî kiriye ku budceya Herêma Kurdistanê kêm bike. Li gor Feysel Ebdila ji Aknewsê re ragihandî, Şehristanî daxwaz ji Wezareta Darayî ya Îraqê kiriye ku zirarên neşandina petrola Herêma Kurdistanê ji budceya Herêma Kurdistanê qut bike. Ebdila got "Li gor budceya îsal a Îraqê, divê Herêma Kurdistanê petrola xwe ya ku berhem tîne bide Hikûmeta Îraqê daku para xwe ji budceya ku 17 ji sedî ye werbigire." Lê, daxwaz û hewldanên Şehristanî di nava qeyrana siyasî ya li Îraqê de dê aloziyên heyîn kûrtir bike.

 

Avestakurd  

 

Gotinên Klît: Şehirstanî, Budce, Qeyran

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV