22 Şibat 2017 Çarşem

Şerafettîn Elçî wefat kir

AvestaKurd - Parlementerê Amedê û Serokê Giştî yê KADEPê Şerafettîn Elçî wefat kir. Elçî di sala 1938 an de li Cizîrê hatibû dinyayê. Elçî li Enqerê li Nexeşxana Medicana tedawiya pençeşêrê didît.

25 Kanûn 2012 Sêşem 20:04
Şerafettîn Elçî wefat kir
Parlementerê Amedê û Serokê Giştî yê KADEPê Şerafettîn Elçî jiyana xwe ji dest da. Elçî demeke drêj bû ku bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşa. Elçî li Enqerê li Nexeşxana Medicana çû ser dilovaniya xwe. 

Şerafettîn Elçî kî bû?
Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî, di sala 1938 an de li Cizîrê hate dinyayî. Dibistana Serete li Cizîrê, lîse li Mêrdînê xwend. Elçî, Fakulteya Hiquqê a Zanîngeha Enqereyê qedand. Heta demekê li Amedê parêzerî kir. Di sala 1977 an de cara ewil li Mêrdînê wek parlementer hatibû hilbijartin. Di salên 1978 û 1979 an de Wezaretiya Avadaniyê jî kiribû. Di heyama 12ê Îlonê de hate girtin. Di heyama wezaretiya xwe de çima ku got, "li Tirkiyê Kurd hene û ez jî Kurd im" hate darizandin û 2 sal û 3 meha ceza xwar. Elçî, di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011 an de li Amedê wek parlementerê serbixwe hate hilbijartin.
  

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV