23 Mijdar 2014 Yekşem

Ne mecbûr im, her tiştê dizanim ji we re bibêjim

27 Hezîran 2012, 15:38
Ne mecbûr im, her tiştê dizanim ji we re bibêjim
Dilbixwîn Dara

Ne mecbûr im, her tiştê dizanim ji we re bibêjim. Prensîbekî vî karî jî ev e...



Di tecrubeya xwe ya rojnamegerî de fêrî vê yekê jî bûm, rojnamegerî hem dostan hem jî dijminan ji te re çêdike.

 

Bi taybetî eger rojnamevanekî Kurd bî. Têra xwe neyar, xêrnexwaz û çavnebarên te çêdibin.

 

Ji karê xwe yê televîzyonê, yê rojnameyê, heta bi vî karê di malpera Avestakurd de, fêrî gelek tiştan bûm.

 

Aliyekî giran yê rojnamegeriyê jî tecrube ye.

 

Min gelek kes dîtin. Ji siyasetvanan, serokên partiyan, serokên dezgeh û saziyan, hunermendan, nivîskaran, rewşenbîr, karsaz, çalakvan û kesayetiyên navdar bigirin heta bi kesên ku li kafêterya û xwaringehan kar dikin, hema bêjim min bi hemûyan re hevpeyvîn çêkirin, min gelek ji wan ji nêzîk ve nas kirin.

 

Rojnamevanek divê pêwendiyên wî pir berfereh bin. Divê ji pêwendiyan re sînoran daneyne. Di nêrîna min de, divê bi neyarên wî re jî pêwendiyên wî hebin.

 

Hez bikî, hez nekî, bixwazî nexwazî, ev kar bi pêwendiyan fereh û mezin dibe.

 

Mixabin di nava me Kurdan de, ew têkilî şaş têne nirxandin.

 

Însanên me hîn fêrî wê yekê nebûne ku rojnamevanek divê têkiliyên wî berfereh bin.

 

Lê...

 

Zêde nêzîkî yekî dibî, yê din bi çavekî cuda li te dinêre.

 

Bi başî rastiya kesekî tînî ziman, yê din hema yekser navekî li te dike.

 

Em miletekî ecêb in, ne sar li me tê ne jî germ.

 

Tê zanîn AVESTA KURD yek ji malperên herî aktîv e di nava medyaya kurdî de. Gelekî tê ziyaretkirin. Ew bi duruşmeya „Hûn li cihê bûyerê ne!“ derket û her demê hewl dide bûyerên herî nû pêşkêşî xwendevanên xwe bike.

 

Lê bawer bikin, serê min ewqas bi xwe re diêşîne, qet hûn texmîn nakin.

 

Malpera AVESTA KURD bi balans nêzîkî hemû aliyan dibe.

 

Eger me nikaribûye em sedî sed wê balansê biparêzin jî, me hewl daye em balansekê çêbikin.

 

Hinek me rexne dikin, dibêjin, hûn hinek caran zêde nûçeyan li ser başûrê Kurdistanê didin.

 

Rast e.

Başûrê Kurdistanê, statuyeke wê heye, Kurdistaneke azad e. Li wê derê himûmeta Kurdî heye, serokwezîr heye, serok heye, parlamento heye, biçûk be jî dewleteke kurdî heye. Çawa medyaya almanî, ya frensî, ya înglîzî, ya amerîkî nêzîk welatên xwe dibin, em jî ewqas nêzîkî Kurdistanê û karûbarên hikûmet û dezgeh û saziyên wê dibin.

 

Ev ne tiştekî ecêb e, gelekî normal e. Em ne bi çavê filan partî yan jî filan siyasetê nêzîkî Kurdistana azad dibin, statuya fermî ya wê derê, statuya hikûmetekê ye, ji hikûmetekê zêdetir ew ber bi dewletbûnê ve diçe, jixwe di rastiyê de dewleteke serbixwe ye. Li beşekî din ew statu hebe, emê bi heman şêweyî nêzîkî wî beşî jî bibin.

 

Eger rewşeke gelekî awarte ya bûyeran tune be, ji bo me di rêza yekemîn de Kurdistan tê. Weke her organeke medyayê ya her welatekî, weke ya her miletekî.

 

Mixabin ev ji hinek aliyan ve şaş tê nirxandin.

 

Her roj gelek mail tên. Yên pêwîstî bi bersivê hebe em bersiva wan didin.

 

Gelek caran rastî pirsên wiha têm: Çawa dizanî, kê ji te re got, te ji ku anî, ka çavkaniya te, tiştê tu dibêjî derew e, eger rast be jêderê nîşan bide..?

 

Bi yek gotinê bersiva wan didim: Ne mecbûrim her tiştê dizanim bêjim. Rojnamevanek mecbûre her tiştî-gelek tiştan bizanibe, mecbûre tûrê wî dagirtî be, mecbûre hema bêje ji her tiştî agahdar be, mecbûre ji agahdariyan dagirtî be, guhên wî çav, çavên wî jî guh bin... lê belê ne mecbûre her tiştê dizane ji her kesekî re bêje, ne mecbûre jêdera xwe eşkere bike.

 

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV