FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Televîzyona Kurd-1 li hunermendan qedexe ye

19 Tebax 2008 Sêþem Saat 13:24

Kurd - 1 ji Xêro Ebbas û Yekbûnê re bela çêkir

Avesta-Televîzyona ku bi navê Kurd-1 tê naskirin û ev demeke dirêje di testê de ye û tê gotin ku ji ber tunebûna kadro û derfetên madî nikare ji weþana testê derkeve, ji gelek hunermenda re bû ye serêþî.

Kurd-1 televîzyona Înstîtuya Kurdî ye li Parîsê. Serokê wê jî serokê Înstîtuyê Kendal Nezan e. Ji dema weþana wê ya testê de, 2 klîpên Yekbûn û Xêro Ebbas têde têne weþandin. Ew klîp ji aliyê Productioneke nenas bi navê “Z” bi awayekî amator hatine çêkirin û rojê bi deh caran têne weþandin.

Çavkaniyeke nêzîkî Roj-tv, Mîr Muzîk- MMC û Akademiya Kurdî ji Avesta re diyar kir ku weþandina wan klîpan di Kurd-1 de, pirsgirêkên mezin ji Yekbûn û Xêro Ebbas re derxistine. Ev dezgeh bi weþandina wan klîpan ne razîne û ew li dijin ku hunermendên ligel wan kar dikin biçin di Kurd-1 de berhemên xwe biweþînin yan jî beþdarî programên wê bibin.

Heman çavkaniyê ji Avesta re got ku Xêro Ebbas gotiye ku haya wî ji wê yekê tune bûye ku Roj tv, MMC, Mir Muzîk û Akademiya Kurd li dijî Kurd-1 in û eger ku wî bizanibûya wî nedihîþt ku klîpê ji wî re çêbikin û di Kurd-1 de biweþînin.

Her wiha ev demeke ku MMC û Roj tv sansur danîne ser berhemên Yekbûn û kêm caran klîpên Xêro Ebbas diweþînin.

Çavkaniya ku nexwest em nav eþkere bikin, got hunermend newêrin xwe nêzîkî Kurd 1 bikin û kesên ku biçin wê televîzyonê wê hemû riyên din yên çalakiyan li pêþiya wan werin girtin.

Ev demeke medyaya nêzîkî PKK li dijî Kurd 1 dinivisîne û wê ji Roj tv re weke alternatîv dibîne.

AVESTA-Navenda Nûçeyan

dogan sahin
hani
yaw ka em wa bu 2 mehe ki venebu çuwaxt vekým teste yayýnedeye.de vekin em ser býkýn
21 Cotmeh 2008 Sêþem Saat 21:32
Kawa
Demokrasiya wa eva
Dibejin em demokrasiye ji Tirkiye dixwazin. le bele ji kurda re na xwazin.
21 Tebax 2008 Pênþem Saat 18:02
Roþev mirovatî
Her kes karê xwe dike.
Kesin ku roj tv û mmc re hêrs dikeve, ev þaþtîyê dike. Li ber ku roj tv mmc.. hemu medya yê alîkarê dewletin dagirker ji gere bi karê xwe re dijminê gelê kurd bike. Ew jî wî karî dikin. Ya girîng ev e, ku heta roja îro gelik kes wan weki alîkarê gelê kurd dibîne, þaþtî li virde ye. Ez nizanim, ka pîvan(nirx)ê we karê kurdewarîyê çawa ye, mirov çi karî bike ku, bibe alîkarê mafparastê gelê kurd.? Ma kesin ku navê kurdî, an jî "kurdewarî" bû..hwd ev kes weki kurd tê naskirin.? Bimînin xweþyîyê de.
20 Tebax 2008 Çarþem Saat 11:37
Hemû þîroveyan nîşan bide(8)

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Arþevê Oskan
Spasname

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere