FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Îsmaîl Beþikçi: Parçebûna Kurdistanê bûyera herî girîng e!

28 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 20:47

Avesta - Nivîskarê civaknas Îsmaîl Beþikçi ku 17 salên xwe di girtîgehê de derbas kirine, li dû salan ji ber nivîseke xwe careke din...

Îsmaîl Beþikçi: Parçebûna Kurdistanê bûyera herî girîng e

Avesta - Nivîskarê civaknas Îsmaîl Beþikçi ku ji ber lêkolîn û pirtûkên derbarê pirsgriêka kurd de amade kirine 17 salên xwe di girtîgehê de derbas kirine, li dû salan ji ber nivîseke xwe careke din derkete pêþberî dadgehê.

Ji ber nivîsa Beþikçi ya bi sernavê "Kurd û mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya kurdan" a di kovara Di Sedema Me de Hiqûq û Civak de hatiye weþandin, bi hinceta "propagandaya rêxistinê" kiriye, bi daxwaza 8,5 sal cezayê girtîgehê, doz lê hate vekirin. Doza ku civaknasê navdar Beþikçi û Midûra Karê Nivîsaran a kovarê Zeycan Balli Þimþek têne darizandin, îro dest pê kir.

Di rûniþtiya yekemîn a doza li 11'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Stenbolê tê dîtin de, ji bo piþtgiriya Beþikçi û Þimþek gelek ronakbîr û nivîskar amade bûn. Di dozê de nêzî 30 parêzeran Beþikçi parast.

Îsmaîl Beþikçi ku paraznameya xwe ya 2 rûpelî pêþkêþî dadgehê kir, diyar kir ku bêyî ku îfadeya wî bê girtin doz lê hatiye vekirin û got dema li Tirkiyeyê mijar azadiya ramanê be daraz alîgir tevdigere.

Beþikçi ku li dadgehê ramanên xwe yê nderbar pirsgriêka kurd de anîn ziman, got, "Pirsgriêka kurd pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye. Serokwezîr jî vê dibêje." Beþikçi ku bi bîr anî îro di çapemeniya dîtbar û nivîskî de nîqaþên "pirsgirêka kurd çawa çareser dibe" têne kirin, wiha domand."Lê ya girîng ew e ku pirsgriêk bixwe û sedemên wên bên nîqaþkirin. Va ye ew nivîsa ku min nivîsandiye, derbarê pirsa ka pirsgirêk çi ye de ye û di vê miajrê de rexneyeke li jiyana siyasî ya tirk e. Parçebûna kurdan û Kurdistanê bûyera herî girîng a Rojhilata navîn e. Yên ku divê vê bûyerê biaxivin; zanîngeh, çapemenî û nivîskar in. Divê dozger li ser vê mijarê neaxivin."

Ak News

Avestakurd

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere