![]() Girîngî û Wateya Dîrokê
![]() 05 Cotmeh 2009 Duþem Saat 00:00
![]()
Ayhanê Bêrtî
Du wateyên bêjeya Dîrokê hene. Yek ji bûyer û kiryarên ku di demên kevin de bi gelemperî ji aliyê mirovan ve çêbûne û pêk hatine re dîrok tê gotin. Û ya din jî, ji agahî û zanyariyên ku di encama lêkolîn û xebetên ku derbarê bûyerên di demên bihûrî de hatine peydakirin re dîrok tê gotin. Ji ber ku bûyereke ku di demên kevin de pêk hatiye êdî derbas bûye û careke din nikare ji nû ve pêk bê. Lewre riyekî ku mirovan serarast bibe paþerojê jî nîne, lê mirov dikare bi hin zanyariyên ku derbarê bûyerên paþerojê de hene, dîrokê bîne ber çavên xwe. Ji vê pêve jî, ji bo ku mirov bikare vê yekê bîne ber çavan, bêguman hewcedarî bi delîl û ispatên ku paþerojê li paþ xwe hiþtine heye. Di zimanê dîrokzanan de, ji van delîl û ispatan re çavkanî yan jî jêder tê gotin. Hem ji nivîsên ku di demên kevin de derbarê mijarekî de ji aliyê dîrokzanan ve hatine nivîsîn û hê îro jî hene re û hem jî, ji dîtinên arkeologan re, çavkanî yan jêder tê gotin. Bêyî van tiþtan dîrok nîne. Herweha çîroka hin bûyerên ku di demên kevin de pêk hatine jî, divê bi þiklekî, ji aliyê mirovan ve, ji bo pêþerojê bê ragihandin, lê li ser rastiya vê çîrokê divê qenc bê fikirîn û ev angaþt bi awayekî moqûl bê nirxandin. Ligel van hemû tiþtan, tu kes tu caran nikare paþerojê derxe holê û bidarizîne, ango bi tenê yê ku bi xwe di paþerojê de jiyaye, ew dikare derbarê bûyerên ku di paþerojê de qewimîne û pêk hatine de, biryarê bide. Lê em hemû bi paþerojê ve girêdayî ne û tu caran nikarin xwe ji bin bandora wê rizgar bikin. Em her yek endamên civakekî ku di demên kifþe de li gor kevneþop, çand û wêjeya xwe jiyaye ne û derbarê tiþtên ku me dîtine û hatine serê me de jî xwedî tecrûbe ne. Em bi navgîniya tevahiya van tiþtên ku di encama kiryarên mirovan de derdikevin holê difikirin, lêdikolin û mûhakeme dikin. Û em bi van zanyariyên ku bi vî awayî bi dest dixin, hem dîrokê û hem jî pêþerojê dinirxînin. Herweha riyekî ku em bikarin dîrokê bînin ber çavê xwe jî ev e ku divê em hay ji dîroka jiyana rojane hebin û kevneþopên bav û kalan bidin berdewamkirin. Û riya din jî divê dîrok bi awayekî zanîstî û dilsoz bê nivîsîn, da ku paþeroj ji pêþerojê re bê ragihandin. Di warê dîroka bi nivîskî de jî, her dîrokzanek ji bo berhema ku dinivîse li gor mijarê carna çavkaniyên cûda bikar tîne. Lê dîrokzanên ku li ser paþeroj û dîroka xelkê xwe nivîsîne, li gor þert û mercê demên ku tê de jiyana xwe domandine, bi gelemperî di bin bandora hîsên netewî de mane û agahiyên ku nivîsîne, li gor daxwazî û siyaseta rêveberiya dewleta xwe nivîsîne. Ji ber vê yekê derbarê rastiya dîroka bi nivîskî de jî, carna li ser heman mijarê agahî û zanyariyên newekhev ango cûda derdikevin holê. Loma gava mirov derbarê dîrokê de lêkolînê bike, pirr zelal dibîne ku her dîrokzanekî zanyariyên ku di berhemên xwe de nivîsîne, ji jêder û çavkaniyên cûda wergirtine û piþtî ku li gor fikir û ramanên xwe þîrove kirine, pêþkêþî civakê kirine. Ango tu kes nikare bêje ku ev jêder an ew çavkanî derbarê dîrokê de agahiyên herî rast radigihînin. Ji ber ku agahiyên hemû jêder û çavkaniyên ku di demên kevin de hatine nivisîn, ji ber van sedemên ku me li jor behsa wan kirine, carna ne di ahengê de ne û ji xwe ev yek jî nepêkan e. Di dîrokê de gelek xelk hene ku medeniyet, þaristanî, dewlet û împeratoriyên mezin damezrandine, lê paþê têk çûne feliþîne û bi tevahî ji holê rabûne an jî winda bûne. Herweha hin gel jî hene ku ligel zilm û zordariya dagirkerên kevneperest û bê yasa yên ku bûne belayê serê çand û þaristaniyên gelên qedîm, li ber xwe dane. Wan di tevahiya pêvejoya hezarsalên ku bi awayekî bindest, ji hemû mafên xwe yên mirovî bêpar, belengaz, bêxwedî, dîl û pêrîþan jiyana xwe domandine de, xwezayiya kevneþop û zimanê xwe parastine. Bi mînak gelê kurd jî yek ji wan xelkên qedîm e û paþmaya Împeratoriya Med e (John Bulloch, Harvey Morris, No Friends But the Mountains, The Tragic History of the Kurds (New York: Oxford University Press, 1992), rûpel 56). Vê împeratoriya gewre berî zayînê di navbera salên 728-550 de, kêm-zêde 178 salan bi dadperwerî û rewnaqiyeke zehf mezin li ser gelek xelkên wekî: Ermenî, Qapadokî, Aþûr, Faris, Part, Ûrartû, Makran, Arî, Baktriya, Satagidya, Araxoziya, Zagartiya, Elam û Dirangiyanîn desthilatdariya xwe domandiye (Dumount, Atlas der Weltgeschichte, Jeremy Black, Köln 2000, rûpel 223; Georges Roux û Johannes Renger, Irak in der Antike, 2005, rûpel 277). Lê sed mixabin, ji ber ku Medan di demên kevin de derbarê paþeroj û dîroka xwe de, zêde zanyariyên bi nivîskî li paþ xwe nehiþtine, îro pirraniya dagirkerên kevneperest û hêzên desthilatdar nasnava gelê kurd înkar dikin û bi angaþtên bêbingeh ên ku dajon pêþ, naxwazin kurdan wekî xelkekî qedîm bipejirînin. Herweha rastiyeke tûj a ku divê bê qebûl bikin jî ew e, ku hem di tevahiya dem û dewranên bihûrî de û hem jî îro, bi gelemperî her xelkek di hemû qadan de li gor serkeftinên paþeroj û dîroka xwe hatiye pejirandin û nirxandin. Ji ber vê yekê divê mirov bikare dîrok, çand û wêjeya xwe heta ku derfet hebe hem bi nivîskî û hem jî bi delîlên derbasdar pêþkêþî cîhanê bike, an na tu caran nikare bi hêsanî nasnava xwe bi tu kesî bide pejirandin. Lewre lazim û pêwîste ku gelê kurd jî êdî heta ku pêkan be hem dîroka xwe ya paþerojê û hem jî ya niha binivîse û ji nîjada pêþerojê re jêder û çavkaniyên sudewar li paþ xwe bihêle. Ayhanê Bêrtî 27.09.2008 |