22 Şibat 2017 Çarşem

Ramanên Li Ser Mîr Bedirxanî

01 Hezîran 2013, 17:45
Ramanên Li Ser Mîr Bedirxanî
Îsmaîl Beşikçî

Bergê duyem ê kitêba “Mîrê Cizîra Botan Bedirxan” a Ahmet Kardamî derket. Bergê duyem ê bi navê “Salên Sirgûnê” dîsa ji alîyê Weşanên Dîpnotê ve hat weşandin. Wek bergê pêşîn dîsa di hindirê bergê dawîn ê kitêbê de CDyek ku ‘eslê belgeyan digire nava xwe heye.   “Mîrê Cizîra Botan Bedirxan, Salên Sirgûnê”, (Weşanên Dîpnotê, Enqere 2013)

Xebata du bergî ya Ahmet Kardamî ya li ser Mîr Bedirxanî, di serî û nava sedsala 19mîn de, ji hêla nîşandana pêwendîyên kurd û Osmanîyan çawa dihatin fehimkirin û çawa birêvediçûnê ve çavkanîyek pir girîng e.

Bi rêya vê xebata du bergî, ez dixwazim hin ramanên xwe yên li ser Mîr Bedirxanî binivîsim.

Şerê Îbrahîm Paşa û Osmanîyan yê di sala1839an de, li Nîzîpê derket, bûye pêngavek girîng. Di vî şerî de Mîr Bedirxan, di enîya artêşa Osmanî de li hember artêşa Îbrahîm Paşa cih digre. Di vê serdemê de Îbrahîm Paşayê kurê Mihemed Paşayê Kawalayî yê hikumdarê Misirê walîyê Sûriyeyê ye.

Di dawîya şer de artêşa Osmanîyan têk diçe. Ez di wê qen’etê de me ku ev têkçûn bandor li Mîr Bedirxanî kirîye. Piştî vî, em dibînin ku Mîr Berdirxan dest bi sazkirina tifaqê di navbera mîrên kurdan de dike, di vê mijarê de dîplomasîyeke mezin dimeşîne. Em dibînin ku li ser tifaqa bi mîrê Mikisê Mîr Mehmûdxan re, bi mîrê Hekarîyê Mîr Nûrullah re, bi mîrê Zaxoyê Îsmail re, bi mîrê Rewandîzê  Mîr Mihemed re û bi gelek mîrekên hûr û gir re dixebite. Di têgihîştina “Tiştê ku Îbrahîm Paşa kir em dikarin bi rêyên dîplomatîk pêk bînin” de ye.

Dewleta Osmanî vê pêvajoyê wek tehdîtek dibîne û ji bo ku bêbandor bihêle û tifaqan belawela bike her rêyê dixebitîne.

Daxuyanîya raman an hestekî Mîr Bedirxanî ku vê ramanê sererast bike tune ye. Ez wek kesekî difikirim ku dibe ramaneke wiha hebe. Em vîya ji polîtîkayên Osmanîyan ku bi awakî biryardar li hember Mîr Bedirxan û mîrên din yên kurdan pêk dihanîn, ji sirgûnên bêveger, ji îmhakirina mal û milkên wan, ji dana me’aşek hindik fehim dikin. Xerakirina van tifaqan, belavkirina mîrekîyên kurdan, girêdana Mîr Bedirxanî û mîrekîyên din yên kurdan bi navendê re ji alîyê Mistefa Reşît Paşayê Osmanî ve pêwendîdar e bi haya dewletê ji vê heye re.

Hêrîşên ku Mîr Bedirxanî, di 1844an de û 1846an de li hember Nastûrîyan pêk hanî, cara yekem deh hezar, cara duyem sih hezar Nastûrî hatin kuştin. Ev dîyarde ne ku raman û xeyala Kurdistanê pûç dikin. Zîhnîyeta ku Nastûrîyan qetil bike, dest deyne ser mal û milkê wan, jin û zarokên wan li bazarên dîlan bifiroşe nikare Kurdistana serbixwe avabike.

Dihê zanîn ku di vê mijarê de Brîtanya û Fransa ji bo ku dewleta Osmanî cezakî pir giran bide Mîr Bedirxanî hemû hêzên xwe xebitandine. Lîderekî kurd ku Kurdistaneke serbixwe bifikire, divê haya wî ji hebûna Brîtanya, Fransa û di heman demê de ya Rûsyayê  ya li dinyayê polîtîkayên wan yên ku li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn birêvedibin hebe. Ne dîyare ku Mîr Bedirxan, Ehmedê Xanî dizane an na. Dihê gotin ku kesên medrese xwendine Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran dinasin. Lê, ne diyare ku Mîr Bedirxanî di medreseyê de tehsîl dîtîye an na.

Em wek demekî bifikirin ku Mîr Bedirxanî, ji Nastûrîyan re baş bûye, ji hêza Brîtanya, Fransa û Rûsyayê agahdar e, dewletek bo xwe avakirîye û bûye hikumdar. Divê ev dewlet çawa bête nirxandin? Em wiha dikarin çend hîpotezan bidin pêş:

xxx

Ji bo parastina vê dewletê leşker divê. Artêş divê. Ji bo di civakê de asayîş pêk bê, ji bo rejîma sazkirî polîs, zabita divê. Ev artêş, ev polîs ji kê pêk dihên? Em bêjin ji êla  ku Mîr Bedîrxanî jê ye, ji êlên ku bi wan re tifaq çêkirîye ne, ji gelê ku ev mîran ji navê derketine…  Ev gel gelê kurd e, bi kurdî diaxive.

Ji bo birêvebirina karên vê dewletê, ji bo domandina pêwendîyên bi welat û dewletên din re pêdivî bi burokrasîyê heye. Ji bo xizmetkirinê divê bac bê komkirin. Ji bo vê jî pêdivî bi burokrasîyê heye. Wezîr, Walî, Qaymeqam, muxtar, midûr, karmend… Ev kategorî ji kê pêk dihên? Em bêjin, ji malbata, êla Bedîrxanî, ji êlên ku bi wan re tifaq çêkiriye, ji gelê derdorê… Gelekî ku kurd e, bi kurdî diaxive.

Ji bo perwerdekirina leşker, karmend, burokrat û zarokan sazî divên. Em bêjin medrese divên, dibistanên leşkerî divên. Dê ev perwerdeyî bi kîja zimanî pêk bê? Bêguman dê bi zimanê kurdî bête kirin.

A pêvajoya birêxistina van karan hemû dewletek diafirîne. A dewleta kurdan ev e.

Dê bihête gotin ku ev dewleteke feodal e ku Mîr Bedirxanî bo xwe avakirîye. Ne tenê di sed sala19an de, di çaryeka sed sala 20an û piştî wî jî de dewlet ewha avadibûn. Wek mînak, di salên 1920an de, Iraq, Urdun, Filîstîn, Sûriye, Libnan çawa avabûn? ‘Erebîstana Şerîf Husên çawa avabû?

Lê, di navbera ew dewleta ku dê Mîr Bedirxan avabike û dewletên ku li jorê navê wan derbasbû ku di çaryeka ewil a sed sala 20an de, di serdema cemîyeta miletan de avabûn de cudahîyeke pir girîng heye. Mîr Bedirxan, bi tekoşîna xwe, bi dîplomasîya xwe dewletek wiha diafirîne. Lê, dewletên ku navên wan li jorê derbas bûn, bi hewildanên Brîtanya û Fransa dihêne avakirin. Brîtanya, pêşîyê Feyselê kurê mezin yê Şerîf Husên dike qralê Sûriyeyê. Piştî î’tîraza Fransayê ji vî re, wî dike qralê Iraqê. Lawê wî yê duyem Evdula dike qralê Ordunê. Lawê wî yê piçûk jî ew kes e ku dê li ‘Erebîstaanê piştî Şerîf Hüsên derkeve ser text, naîbê qral e.

Li gor qen’eta min ev dewlet di demeke kin de dikaribû modern bibe. Li Misirê, modernkirina ku Mihemed Alî Paşa pêk anî Mîr Bedirxan jî dikaribû pêk bîne. Jiber ku dewlet e û hindiktir bi midaxeleyan re rû bi rû dê bimîne, dikaribû bi dînamîkên hundir pêşbiketana. Di rewşeke wiha de, dê Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye bikaribiyana bêtir bi îstîqrar bipêş biketana. Brîtanya û Fransa, dê nikaribûna li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn ew qasî hikum bikirana.

Wek mînak di serdema Seddam Husên de, Iraq, dewleteke çawa bû? Iraq dewleta Seddam Husên bû. Li navendê  Seddam Husên hebû. Burokrat, fermandarên leşkerî yên payebilin ên derdora wî ji malbata wî bûn. Law, xwarzî û birazîyên wî bûn. Zavayên wî jî di vê derdora nêzîk de cih nedigirtin. Di helqeya ewleyî ya duyem de jî dîsa kesên ji malbat û xizmên wî cih digirtin. Di helqeya sêyem de kesên ji êla Tîkrîtî hebûn. Burokrat û leşkerên payebilind bi vê awayê dihatin hilbijartin. Şî’îyên ku ji %60ê nifûsê bûn, li derveyê rêveberîyê dihatin hiştin. Bihara ‘ereban nîşanda ku li  Lîbyayê  Qaddafî jî xwe dispart bingeha êleke wiha.

xxx

Ji dawîya salên 1960an pê ve, nivîs û kitêbên bi raperîna ‘Ubeydullahê Nehrî ya 1880yan re têkildar dest bi weşanê kirin. Akademîsyenên tirkan şîroveyên ku ‘Ubeydullahê Nehrî piçûk dixist dikirin. “Raperîneke ji bo parastina îmtîyazên feodalî, li hember bac xwestin û leşker xwestina dewletê derdikeve. Dixwaze hin îmtîyazên ku li herêma xwe xwedîne biparêze. ..”

Ji bo raperîna 1925an a Şêx  Seîd jî îfadeyên wiha dihatin gotin. “Dê dewleta dînî bihata avakirin, raperîneke paşverû bû…”

Ev zîhnîyeta hanê dema ku kurd bixwazin dewleteke kapîtalîst avabikin, dibêje “çima sosyalîst nîn in, ji ber ku ne sosyalîst in em li hember derdikevin, piştevanî nakin…”  Lê, tu car li hember, zilma ku li ser kurd, Kurdistan û kurdî  heye dernakeve. Di ‘eslê xwe de ev nayê maneya ku bo Kurdan dewleteke sosyalîst dihê xwestin. Di eslê xwe de nayê xwestin ku kurd xwedî tu statuyek bin, ev tenê wek hincetek derdixin pêş.

Te’bîra Serokê Komeleya Wergêrên Tirkan (TUÇED) Şevket Kunarî, ku bo kurdî dibêje“zimanek têrnake, zimanek premativ, koma peyvan…” (rojnameyên 6ê Adara 2013) divê di vê çarçoveyê de bihête nirxandin. Beşek girîng ji rewşenbîrên tirk, tu car li hember çewsandin û qedexeyên li ser kurdî derneketine. Ev çewsandin û qedexeyan xwezayî dîtine. Lê her gav gotinên wek  “Kurdî zimanekî kêm e, zimanekî prematîv e. Mijarên hiqûq, felsefe bi vî zimanî nayê îfadekirin….” gotine. Qedexeyan bi sirûştî pêşwazî kirine. Terbîyeya ku dewletê di mijara pirsa Kurd, Kurdistan û kurdî de daye hemwelatîyên xwe ev e.

Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê Zana Faqînî, bertek li hember daxuyanîya serokê TUÇEDê nîşanda. Behsa ferhenga tirkî-kurdî ya ku 60 hezar bendî ye, di sala 2000an de hatibû amadekirin, dîsa behsa ferhenga kurdî-tirkî ya 166 bendî ya ku di sala 2004an de hatibû amadekirin  kir. Ev ferhengên ha ji alîyê Enstîtuya kurd ya Stenbolê ve hatibûn weşandin. Behsa perwerdeya ji dibistana seretayî ta zanîngehê bi zimanê kurdî ya li Dewleta Federal a Kurdistanê kir. Kurdologên hêjayên weka Zana Farqînî ne ferhengên 166 hezar bendî 200 hezar bendî jî bînin dîsa jî nikarin raman, helwestên merivên wek serokê TUÇEDê nezan û payenizm biguherînin. Çunku dewletê, di mijara pirsa Kurd, Kurdî, Kurdistan de hemwelatîyên xwe wiha perwerde kirîye. Ev helwestên dijî kurdan ancax bi perwerdeyê dihên holê. Divê ev jî nîşaneya têgihîştina “biratî”yê be.

Ji nêz ve dihê zanîn ku rewşenbîrên tirkan li hember navguherîna li Bulgaristanê ya di navbera salên 1985-1988an de, li hember operasyonên bulgarkirina tirkan çawa bertek nîşan dane. Beşek pir girîng ji rewşenbîrên tirkan,li hember operasyonên asîmîlekirina kurdan bi bal tirkî ve ku dewleta wan dike jî qet dernakevin, her dem bi gotina “kurdî ne ziman e, kurdî ne zimanê şaristanîyê ye, zimaneke ku ji bêjeyên tirkî, farisî, ‘erebî pêk dihê…” hwd. kurdan, kurdî piçûk dixînin. Di çapemenîyê de nûçeyên wek ku ev zîhnîyet li ser ferhengên kurdî- tirkî, tirkî kurdî amadekirinê dixebitin derdikevin. Ji bo vê re gotina  “neke sî qencîyek din naxwazim” bersiva baştirîn e.

Di mijara maf û azadîyên filîstînîyan de jî rewşenbîrên tirkan pir hestîyar in. Wek mînak ku yek bibêje “Pirsa Filîstînê bi demokratîkbûna Îsraîlê çareser dibe...” di cih de îtîraz dikin, dibêjin “divê Filîstîn serbixwe be.” Lê, dema ku pirsa kurd were rojevê berevajî vê dibêjin “dema Tirkiye demokratîk bibe pirsa kurd çareser dibe…”

XXX

Xerakirin û belavkirina xwesera li herêmên kurdan, herêmê bi tevayî, bi navendê ve girêdan, bûye hewldaneke pir girîng a dewleta Osmanî.  Hişmendîya dewleta navendî ya Sedrêazam Mistefa Reşîd Paşayî pir dîyarker e. Di nîvê pêşîn û nava sed sala  19. de pirsa li ser pîyan mana Osmanî, tetbîqkirina zîhnîyeta dewleta navendî pêwîst dike.

Bêtesîrkirin û sirgûnkirina mîrên kurd yên ku di hewldana xweserîtîyê dene, operasyoneke pir girîng e. Bi sirgûnkirinan re destdanîna ser malên mîrên kurdan, nehatina rojevê vegerên ji sirgûnan jî hêmanên girîng yên hişmendîya li ser pîyan mayîna Osmanî bûn. Di vê çarçoveyê de, mîrên kurdan yên ku bi tevayê mal û milkên wan hatine desteserkirin, hatine bêmilkkirin, ji wan re girêdana me’aşek pir piçûk, bi vê rê wan muhtaçkirina dewleta Osmanî, dîsa hêmaneke girîng a hişmendîya li ser pîyamayînê ye. Di bergê pêşîn ê kitêba Mîrê Cizîra Botan Bedirxanî de, dihê nîşandan ku Mîr Bedirxan, li hember Nastûriyên xirîstiyan mi’amelekî pir xerab kirîye. Em dibînin ku di salên xwe yên sirgûnê li Girîtê, di 1857an de, di berxwedaneke xirîstiyanan de, Mîr Bedirhan, dixwaze ku xirîstiyanan biparêze, xortekî xirîstiyanê ku ji alîyê leşkerên misilman ve bi lîncê ve rû birû dimîne rizgar dike. Mimkun e ku meriv vîya wek ronakbîrîyek ku di zînîyeta Mîr Bedirhanî de pêk hatîye binirxîne.

xxx

Ahmet Kardam, di kitêba “Salên Sirgûnê yên Mîrê Cizîra Botan Bedirhanî ” de behsa Emîr Abdulqadir dike.  (r. 192-196) Emîr Abdulqadir, di salên 1830an de, dema ku Cezayîr ji alîyê Fransayê ve dihê dagirkirin, lîderek e ku li hember dagirkerîyê şer dike, gel di vê rê de birêdixe… Heta sala 1847an tekoşînê didomîne. Di 1847an de, şert û merc teslîmbûnê ferz dikin. Fransa, li gor peymana di hevdîtinan de îmze bûbû tevnagere, Emîr Abdulqadir ber bi Sûriyeyê ve sirgûn dike.

Rûberkirina Mîr Bedirxan û Emîr Abdulqadir, ji hêla mu’ameleya wan a bi xirîstiyanan re û şîrovekirina wan a Îslamê rewşeke balkêş e.

Îbrahîm Sediyanî, nivîsek bi ser navê “Biratîya Îslamê ku Kurdan Xapandîye lê Bengalîyan Nexapandîye” nivîsî. Di nivîsê de, têgihîştin û şîrovekirina Îslamê ji alîyê Misilmanên kurd û  Bengalî ve dihê rûberkirin.

Li ser van her du rûberkirinan lêkolînek ko bête kirin dê di derbarê pirsa kurd û Kurdistanê de zanînên pir saxlem bide. Di derbarê Tirkiye, Pakistan, Hindistan, Bengladeşê de jî…

           Wergera ji tirkî ji alîyê Ahmed KANÎ ve hatîye kirin.

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV