01 Mijdar 2014 Şemî

Şahciwana Kurdistanê diaxife

09 Tîrmeh 2012, 15:36
Şahciwana Kurdistanê diaxife
Avesta Hevpeyvîn
Şênê ku xelka Raniye ye û ev çend sal in li gel malbata xwe li Norwecê dijî, di yekemîn pêşbaziya şaciwana Kurdistanê de ku di şeva 28.06.2012an de di çarçoveya festîvala Hela Hewlêr de li hotêla Rotana li Hewlêrê hat sazkirin, di nav 21 keçan de wek şaciwana Kurdistanê hat hilbijartin.

Şênê Ako, di yekem hevpeyvîna rojnamevanî de ku li gel Rûdawê anî cih, dibêje pêwist e keçên kurd kultûra kurdî biparêzin.

Rûdaw: Tu li Norwecê dijî, tu çawa tevî pêşbaziya şaciwana Kurdistanê bûyî?

Şênê Ako: Li Norwecê min reklama pêşbaziyê di televizyonê de dît û min xwest beşdarî wê bibim. Hatina min giran bû, ji ber ku gava hatim min kar û xwendina xwe li dû xwe hiştin, lê hatim çiku ji xwe bawer bûm ku dikarim bibim şaciwan.

Malbata te piştgiriya te kir di beşdarbûna di vê pêşbaziyê de?

Erê, bêguman, çiku kesekî ku ji aliyê malbata xwe neyê piştgirîkirin qet nagihîje xewnên xwe.

Te ji hevrêyên xwe re li Norwecê got ku tê tevî pêşbaziya şaciwana Kurdistanî bibî?

Yên ku pê re gihiştim min ji wan re got, çiku pir ji nişka ve bû.

‘Ez ji xwe bawer bûm, lewma tevlî pêşbirkê bûm’

Qet rojekê ji rojan tu li wê yekê difikirî bibî şaciwana Kurdistanê yan tevî pêşbaziyeke bi vî rengî bibî?

Ez li Norwecê pêşkêşkara cil û bergan im û zaniyariyên min li ser van karan hene. Pir ji mêj ve bû çavlirê bûm ku pêşbaziya şaciwana Kurdistanê hebe, hêvîdar im ku ev pêşbazî berdewam bike jî. Gava min bihîst ku pêşbaziya şaciwana Kurdistanê tê kirin, bêguman ji xwe bawer bûm, lewma tevî bûm.

Te got li Norwecê kîjan cureyê cil û bergan nîşan didî?

Cil û bergên hindî.

Bi dilê te ye çi xeslet li cem keçên kurd hebin?

Hêvîdar im wek keçên kurd bikarin kultûra xwe biparêzin. Çiku pir tiştên ciwan di kultûra me de hene, pir bi mixabin hinek kes van tiştan vedişêrin. Lewma hez dikim em tiştên ciwan ên kultûra xwe derxin û cîhan jî wan bibîne.

Ger tu wek şaciwan nehata hilbijartin, te dixwest kîjan keça din bê hilbijartin?

Bi baweriya min hemû jî pir zîrek bûn. Gava hatim vir jî min got piraniya wan zîrek in, keça kurd zîrek û ciwan e. Gava hatim ji xwe bawer bûm, lê timî tirseke min jî hebû, çiku min dît hemû ciwan bûn û hêja bûn wek şaciwan bên hilbijartin.

Di destpêka beşdarîkirina te de, komîteya dadwerî ji te re got derfeta te zêde ye û tê bibî şaciwan?

Na, tiştek negotin, lewma em hemû bi tirs bûn.

Di vê pêşbaziyê de çi tiştî zêde bala te kişand?

Xelk. Yên ku li gel min kar dikirin, karmendên kompaniya SNR ku hatibûn zêde birêz bûn û bi her hawî xizmeta me dikirin, ti rexneyên me li ser wan nînin.

Bi raya te, komîteya nirxandinê li ser çi bingehekê te wek şaciwana Kurdistanê hilbijart?

Hêvîdar im ne tenê ji ber ciwaniya min bû be, ne tenê ji ber ciwaniya derve bû be.

Tu ji devera Raniye yî, hilbijartina te çi şanazî û berçaviyekê dide keçên Raniye?

Zêde bêriya bajarê Raniye yê dergeha serhildanê dikim, mixabin min nikaribû di vê serdanê de herim wir, çiku ji bo heftiyekê hatibûm.

‘Her kes ciwan e, her kesê ku hundirê xwe ciwan bike, bi awayekî yekser derveyî wî jî ciwan dibe’

Tu dixwazî çi ji xelkê Raniye û keçên Raniye re bêjî?

Ne ku tenê ji bo keçên Raniye, bo hemû keçên Kurdistanê, dixwazim bizanin keçên me yên pir ciwan hene û keçên me pir zîrek in, nevşêrin derkevin pêş. Girîngiyê bidin ciwaniya xwe, lê divê hûn girîngiyê bidin hundirên xwe jî, çiku ger hûn ji hundir ve ciwan bûn, ji derve jî ciwan dibin. Her kes ciwan e, her kesê ku hundirê xwe ciwan bike, bi awayekî yekser derveyî wî jî ciwan dibe.

Tu hest dikî ku keçên kurd ji ber kevneşopiyan nikaribin zêdetir bi pêş bikevin û tevî pêşbaziyên wiha bibin. Tu çi ji dê û bavên ku rê nadin keçên wan derkevin pêş, re dibêje?

Dixwazim bêjim ku ez pir şanaziyê bi dê û bavê xwe dikim, ji ber riya gelek tiştan didin min û riya min nagirin. Dixwazim vê riyê ji bo piraniya keçên kurd vekim, çiku dizanim ger ew rê li ber wan bên vekirin ewê jî şanaziyê bi dê û bavê xwe bikin û dikarin xwe bi pêş bixin.

Te ti neştegeriyeke ciwankariyê encam da ji bo vê pêşbaziyê?

Na, doktorekî taybet bi ciwankariyê jî li vir bû di dema pêşbaziyê de, ku taybet bû bi neştegeriyên ciwankariyê, lê min tiştek nekir, di wê baweriyê de me ger min neştegeriyeke ciwankariyê ya biçûk jî bikira nedihatim hilbijartin.

Vêga tu şaciwana Kurdistanê yî, lê li Norwecê dijî, ev çawa dibe?

Girîng ew e ez kurd im bi dil û can û xwîn kurd im.

‘Ezê li Kurdistanê niştecî dibim’

Tê bi tevahî vegere Kurdistanê?

Erê bêguman, diçim Norwecê û tiştên xwe dipêçim û têm li Kurdistanê niştecî dibim. Dibe ku piştî heftiyekê vegerim Kurdistanê.

‘Çiku ez Şênê bûm, lewma bûm şaciwan’

Piştî ku tu bûyî şaciwan, tevgera te li gel xelkê her wek berê dimîne yan tê biguhere?

Na. Dizanî çima hatim hilbijartin, ji ber ez wek xwe me. Ez Şênê me, ger biguherim ew kes namînim ku hatim hilbijartin, ger bêm guhertin êdî namînim Şênê.

Bernameya te ya siberojê çi ye?

Gelek xewnên min hebûn û hene ji bo Kurdistanê. Li cem min pir girîng e cudakarî di navbera jin û mêr de nemîne, dixwazim li ser vê mijarê kar bikim. Dixwazim giringiyeke zêde bidim xwendinê, nemaze yên ku nikarin xwendina xwe berdewam bikin, pir hez dikim alîkariya wan kesan bikim ku nexweşiya wan a talasima heye.

Tu diçî dibistanê?

Min qonaxa şeşê amadeyî li Norwecê xelas kiriye.

‘Ez wek keçeke kurd pir ji xwarinên kurdî hez dikim’

Di warê rejîm û bernameya xwarinê de bernameya te çawa ye?

Ez wek keçeke kurd pir ji xwarinên kurdî hez dikim, bi taybetî ji birinc û tirşik û ji yapraxan, ji her tiştê kurdî hez dikim, xwarina min rojane kurdî ye. Lê di heman demê de werzişê jî dikim.

Kîjan werziş?

Ez li Norwecê dansê dikim. Pir ji melevanî û ajotina piskilêtan jî hez dikim.

Ji xwendinê hez dikî?

Li Norwecê kovarên kurdî nînin, lewma tenê li gel biraderên xwe carna li malperên kurdî dinerin.

Te mêr kiriye?

Na.

Ger kesek bê û daxwaz bike li gel te bizewice, şertê te çi ye?

Herdem şertên keçan hene. Li cem min şert hundir e, divê rûhên min û wî kesî li hev bikin.

Şertê te yê herî serekî çi ye?

Mejiyekî wî yê vekirî hebe û li gel min li hev bike û ji stîla min be.

Ger te mêr kir, dixwazî çend zarokên te hebin?

Pir ji zarokan hez dikim. Lê hê jî na, ji ber ku hê jî ne di wî temenî de me û divê bi xwe bizanim xizmeta zarokekî çi ye.

Şert e kesê ku li gel mêr bikî ji Raniye be?

Na, lê divê kurd be.

Şaciwanî ji bo te çi ye?

Vêga gava xelk ji min re dibêjin şaciwana Kurdistanê, peyv li cem min nû ye û hê jî derbasî nava mejiyê min nebûye, lê ez bêtir bilez im dest bi kar û bernameya xwe bikim, ne ku bigerim û bêjim ez şaciwana Kurdistanê me.

Dê û bavê te jî hatibûn pêşbaziyê?

Na mixabin wan nikaribû ji ber karên xwe bên.

Piştî tu wek xweşika Kurdistanê hatî hilbijartin, dê û bavê te pêwendî li gel te kirin?

Nedizanîn kengî xelas dibe, lewma min pêwendî li gel wan kir û ew pir dilxweş bûn.

Yekem peyva wan ji bo te çi bû?

Yekem peyva diya min ew bû ku got: “Elhemdûlîlla bi xêra te dikarim vegerim Kurdistanê.”  (Rûdaw)            

   

      

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV