Di koma mirinê de balkêşîyek qewimî qaşo faworî dihat nîşandan Holenda li hember Danîmerka têk çû. Danîmerka di xûleka 24emîn de bi golavêj Krohn-Dehlî ve golek avêt û paşê li ser vê golê kete lîstika parastînê. Di dawiya pêşbazî de Danîmerka encamê parast û 3 pûanê wergirt.
Bi guman Danîmerka di vê komê de rêza yekemîn û duyemînê biparêze û ji komê derkeve. Ji ber ku di hilbijartina şampiyona gogapê ya Ewropa de di koma (H)ê de bû û ji ser Portekîz, Norwîc, Îzlenda û Qibrîsa Rûmê yekemîn derketî bû. Îcar ew jî dide nîşan ku Danîmerka jî dijberek dijwar e.
Birastî pisporên werziş digotin Holenda ango Nederland faworiya vê pêşbazî ye. Ji ber vê yekê li hember Danîmerkayê hinek qûretî leyîst paşê dît ku dijber dijwar e û dûv re jî gelek rawestan û bi tirs leyîst. Jixwe encam diyar bû 1 û sifîr têk çû.
Dadwer ango hekemê vê maçê xweş fîqan lênexist.
Birastî Elmanya Bi Zor Serket
Birastî digotin koma mirinê ye, rast e komek dijwar e. Ji ber ku Portekîz jî wekî Elmanya faworî dihat nîşandan. Lêbelê tîma Netewiya Elmanya bi ceribandina xwe xebitand û bi baldar leyîst û bi aliya golavêj Gomez ve golek bi serî dît û 3 pûanê xist bêrika xwe.
Metîn K.Dilxêrî
Mamostay Werzişê
Jinên Kurd û Gogapê
Messî li ser textê Muller rûnişt (Vîdyo)
Destûr da firotina "Pêlava Zêrîn"
Ji Îbrahîmovîç goleke nayê jibîrkirin (Vîdyo)
Hinav li Lionel Messi qetandin! (VÎDYO)
Serokwezîr Yaneya Hewlêrê pîroz kir
Meha wî bi Milyonek û 815 hezar Euro ye
Di “Gemşa Mila“ de Şampiyona Cîhanê Kurd...
Li ser vê nûçeyên Şîroveya yekemîn tu bike!!