23 Cotmeh 2014 Pênşem

Dijberê Gîzme Kiroatya ye!

Bernameya 14 Pûşper 2012: Pêşbaziya Yekem: Îtalya - Kiroatya (Yarîgeha Poznan), Pêşbaziya Duwem: Spanya - Îreland (Gdansk PGE Arena)

14 Hezîran 2012 Pênşem 13:03
Dijberê Gîzme Kiroatya ye!




Di şampiyona gogapêya Ewropa Koma C de Îtalya di maça koma xwe ya yekem de bi Spanya ve hatîbû hember hev. Her çi qas ew maç bi beramber 1 û yek ve jî bi dawî be jî tîma gizma gelek xweş lîstibû. Niha jî bi Kiroatya ve bileyze.

 

Bawer im Kiroatya Bi Serkeve

Birastî Îtalya çi qas xweş û bi taktîkî bileyze jî Kiroatya ne ji wî kêm e. Ji ber ku di rêza FIFA ya cîhan de Îtalî di rêza 12. Kiroatya jî di rêza 8. de ye. Anku em dikarin bibêjin Kiroatya ne dijberekî hêsan e. Ligel vê yekê Kiroatya di koma xwe maça yekem de Îrelandê 3-1 têk birî bû. Hem jî Kiroatya di koma xwe de rêza yekem e. Kiroatya di sala 1991ê de serxwebûna xwe bi dest kiribû. Heta wê salê li hember Îtalî têk neçû ye. Dawiyê dawîn Kiroatya di sala 2002ê Kûpaya Cîhan de Îtalyayê 2-1 têk birî bû.

Digel vê yekê ez dikarim bibêjim Kiroatya di zanebûna îstatîstîka pêş e û wê maçê hilde.

Wê maçê li Polonyayê di bajarê Poznan yarîgeha Municipialê de dawerê ku gelek bitecrûbe ye Îngîliz Howard Webb bikarbîne.

Spanya û Komara Îrlenda

Belê Spanya hem şampîyona cîhan û ewropa ye. Lê hember Îtalya tiştek nekiribû. Lêbelê bivênevê li hember Komara Îreland bi serkeve. Îro dizanim ku çawêrvanên werziş Spanyayê berê temaşa bikin. Hema bêje şahiya gogapê vê êvarê ye.

 

Şîrove; M.K.D.

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV