22 Şibat 2017 Çarşem

Wezîrê Karûbarên Êzidiyan*

15 Kanûn 2012, 04:26
Wezîrê Karûbarên Êzidiyan*
Silêmanê Alîxan


Parlemanê Kurdistanê di 19`î meha borî da bi bêtiriya dengan wezaretek pejirand bi navê (Wezareta Karûbarên Êzîdiyan). Ev jî yekemîn care di dîrokê da wezareteka taybet bo Kurdên Êzîdî tê çêkirin. Eshkereye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekane hikûmeta kurdiye li ser rûyê erdê‌, loma Kurdên hemû beşên Kurdistanê vê hikûmetê‌ weke hikûmeta xwe dizanin. Bi baweriya min niha jî ku ev wezareta nû hat pejirandin, dê weke wezareta hemû Êzîdiyên cîhanê bê temaşekirin. Ev j
î tê wateya ku ev wezareteke girînge û pêwîste pilaneke jîr bo karên wê bê danîn, da bikaribe bi başî xizmeta beşeke mezlûma gelê me bike.


Eşkereye ku deverên Kurdên Êzîdî dikevin sînorê Kurdistanê ligel Ereban, loma hemû deman gelek ziyan ji destên Ereban dîtine, Bêtir rastî kempînên Erebikirinê hatine û heta nasnameya wan jî jê hatiye standin. Min serdana gelek navçeyên Êzîdiyan kiriye ku bêtiriya wan dikevnin çarçovê maddeya 140 ya destûrê Îraqê û hêşta yekalî nebûne, hêşta êş û azarên wan berdewamin, hêşta hejarî diyartirîn nîşane li ser jiyana xelkê wan deveran, hêşta gelek kes li jêr givaştina neyaran înkara nasnameya xwe dikin, hinek jî lêdgerin û di navbera ol û netewê de wenda bûne.

 

Ev hemû pirsgirêk û aloziyên jiyana Kurdên Êzîdî, pêwîst dike ku kesayeta wezîr gelek bi hûrbînî bê hilbijartin, bi taybet di vê qunaxê de ku Hikûmeta Bexda naxwaze baweriyê bi kurdbûna navçeyên veqetyayên Kurdistanê bîne. Ev hikûmet niha jî bi zimanê çek û leşkirî ligel van deveran tevdigere ku beşek jê cihên Kurdên Êzîdîne.


Helbet ez bixwe ne ligel wê yekême ku wezaretên hikûmetê li ser bingeha olî, mezhebî û eşîrtî bên damezrandin, lê ji bo niha û milmilana ligel Hikûmeta Bexda bo yekalîkirina rewşa deverên veqetyayî, ez vê wezaretê girîng dibînim bo girêdana hesta xelkê van navçeyan bi Herêma Kurdistanêve. Lê kî hêjaye postê vê wezaretê werbigre?! kî dikare vî postî tijebike? mercên ku pêwîste di kesayeta Wezîrê Karubarên Êzîdiyan de hebin çine?


Bi rastî nabe ev post weke diyarî ji kesekî re bê dayîn, tenê bo razîkirina wî yan grûp û eşîra wî. Nabe wezîr ‌kesekî wisa be ku heta niha jî nexşeya Îraqê bi stûyê zarokên wîve be, ne kesek be beşdarî kiribe di serkutkirin û azardana Kurd û Kurdistaniyan de. Lê ez dibêjim madem hemû kes li ser vê yekê lihevhatine ku Êzîdî Kurdên resenin, divê wezîr berî her tiştî kesek be bawerî bi Kurdbûna Êzîdiyan hebe, xizmeta Kurd û Kurdistanê kiribe û niha jî berdewam be ser xizmetkirinê, mînaka destpakî û exlaqê bilind be di nava civaka Kurdistanê bi giştî û civaka Kurdên Êzîdî de bi taybetî, hewl dabe û hewl bide veqetiyana navbera Kurdên Êzîdî û Kurdên din de nehêle, karkirbe û karbike bo nehêlana şûnwarên Erebikirinê li ser kes û navçeyên Êzîdiyan. Wate bi rastî nûnertiya resenatiya kurdî bike û bikare di vê dema kêm a kabîneya hikûmetê de karên mezin encam bide.

 

silemani_alixani@yahoo.com

 

* Ev gutar di rojnameya (Rûdaw- Çapa Kurdistan)ê hijmara 239 ya roja 10`î Kanûna 2012`an a de bi pîtên aramî (erebî) hatiye weşandin.

 

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV